Jinên li Amûdê ji bo 8’ê Adarê meşiyan

Jinên li Amûdê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê meşek li dar xist. Di meşa ku bi sedan jin tevlîbûn di bin dirûşmeya “Rêxistinbûna jinan bersiva êrişên dagirkeriyê ye” bal kişandin êrîşên li ser jinên pêşeng.

 Navenda Nûçeyan-Bi boneya nêzîkbûna 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê, Kongra Star li navçeya Amûdê meşek organîze kir. Şêniyên ji Amûdê, endamên saziyên civaka sivîl û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) tev li meşê bûn. 

Meş ê ji Qada Şehîd Cîhad a navenda navçeyê heta Qada Jina Azad dewam kir.

Alên Kongra Star, wêneyên cîgira Hevserokatiya Meclisa Qamişloyê Rihan Amûdê (Leyman Şiwêş) û Hevseroka Meclisa Qamişloyê Yusra Derwêş, şehîdên Komkujiya Helincê û pankartên bi nivîsên “Birêxistinbûna jinan bersiva êrişên dagirkeriyê ye” û “Bi vîna jina azad em ê siyasetên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin” hatin rakirin.

Jinan dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî berxwedana YPJ`ê” berz kirin.

Li Qada Jina Azad li ser navê Kongra Star berdevka Rêveberiya Dibistanan a Amûdê Hena Xalid axivî û diyar kir ku jin ji gelek mafên xwe ji ber nêzîkatiyên bi zîhniyeta baviksalar mehrûm man.

Hena Xalid bal kişand ser hedefgirtina jinan û wiha got: “Armanca wan jî têkbirina têkoşîna jinan e, Kongra Star bi îdeolojiya azadiya jinan xwe bi rêxsitin dike, encamên xebatên wê jî di nava Şoreşa Rojava de derdikevin û vîna jinan pê xurt dibe.”

Meş bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.