Jinan ji konferansa TJA’yê peyamên girîng dan
Jinên ku beşdarî konferansa TJA'yê bûn dan zanîn ku ji bo têkoşîna xwe ya mafdar berz bikin ji çar aliyên welat hatine Êlihê. Jinan peyama dan ku ew ê bi coş û hêrsa ji konferansê girtine li qadan bin.

MEDÎNE MAMEDOGLU/GULNUŞ ERGUL
Elîh - Tevgera Jinên Azad (TJA), 4’emîn Konferansa xwe bi dirûşma “Em li dijî faşîzmê bi biryar û di azadiyê de bi israr in” li Êlihê li dar xist. Ji gelek bajarên Tirkiye û Kurdistanê 700 delege beşdarî konferansê bûn. 700 delege ji çar aliyên Tirkiye û Kurdistanê beşdarî konferansa ku ji aliyê TJA'yê ve bi armanca avakirina jiyana demokratîk, ekolojîk, azadiya jinan di pêşengiya jinan de hat lidarxistin, bûn. Konferansa ku jin bi cil û bergên xwe yên rengîn û bi rûyê xwe yê bi ken beşdar bûn, bi coşeke mezin derbas bû. Dema di tevahiya konferansê de dirûşma "Jin jiyan azadî" bilind kirin, jinan atmosfera konferansê ji ajansa me re nirxandin.
“Em ji bo piştgiriya bi jinên Kurd re hatin vê derê”
Endama Tora Parastina Jinê Newroz Tugçe Ozçelîk a ku ji Stenbolê beşdarî konferansê bû, da zanîn ku ew ji bo piştgiriya bi jinên Kurd re hatiye Êlihê. Newroz Tugçe Ozçelîk balkişand ku li cîhanê û li Tirkiyeyê polîtîkayên şer ên giran li dijî jinan tên meşandin, anî ziman ku têkoşîna jinê ya gerdûnî bi konferansê re careke din derket holê.
“Dixwazin jinan li malê heps bikin”
Newroz Tugçe Ozçelîk di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Em ji bo piştgiriya tevgera jinên Kurd û jinên Kurd ên li çar parçeyên Kurdistanê hatin vir. Em dizanin ku ne hema li erdnîgariyêk qetlîamek jinek, qetîlkirina jinekê ku li her devera cîhanê, li hemû cîhanê sûc e. Hefteya borî li Îranê qetilkirina Jîna ya ji ber mûyek porê wê hat dîtin, hevwateya rastî ya vê yekê ye. Armanca feraseta serwerya mêr ku jinan dikuje, me li heps bike ye. Em li dijî vî ji bo azadî û wekheviyê hatin vir. Ji ber ku em vê têkoşînê li Rojava jî bi jinên Kurd bi hev re dimeşînin. Em îro li vir biwatebûna wê difikirin.”
"Em ê daristan, xweza û çiyayan rizgar bikin"
Newroz Tugçe Ozçelîk destnîşan kir ku êrîşên li erdnîgariya Kurdan ne tenê li dijî jinan, li dijî gel û xwezayê jî tên kirin û wiha axivî: “Nîşaneya vê jî qetlîama daran e ku bi mehan e li Şirnexê tê berdewamkirin. Dijminê her tiştî û her kesê ne. Dijminê jin, dar û zimanê wan in. Tu jiyana zindiyan ne xema wan de ye. Ji ber vê yekê darên Şirnexê veguherinin kereste. Bi gotina 'ewlehî’ Hesenkeyfê wêran dikin û li Şirnexê birîna daran dikin. Em li dijî feraseta ewlehiyê dibêjin azadî, wekhevî û jiyana ekolojîk. Em di wê baweriyê de ne ku dê ji vê re jî bibe pêşeng û perçaya wê ya herî girîng jî dê jin be. Dê daristan, xweza û welat jî jin rizgar bikin."
“Em ê li dijî qetlîaman li kolanan bin”
Pervîn Tumbul a ku ji Stenbolê beşdarî konferansê bû, diyar kir ku wek yek ji TJA'yê beşdarbûna konferansê serbilind e. Pervîn Tumbul diyar kir ku jinên hatine konferansê coş û têkoşîna xwe parve kirin û wiha got: “Em îro di nava coşeke mezin de ne. Em ê dinava vê coşê de têkoşîna xwe ya jinê û pêkhateya xwe ya jinê mezin bikin. Qetlîamên jinan bê navber zêde dibe, tiştên ku di tu ol û ferasetê de nînin li vir tê jiyîn. Bedena jina tên teşhîr kirin. Hevala me ya jin ji ber feraseta faşîzmê li Îranê hat qetilkirin. Em jin dê li dijî van komkujiyan li kolanan bin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê bi enerjiya ku ji kelecana îro distînin li qadan bin.”
“Em ji bo vegotina têkoşîna xwe ya mafdar hatin vê derê”
Hevseroka HDP'ê ya Eskîşehîrê Şukriye Ercan jî der barê konferansê de ev nirxandin kir: “Girîng e ku li vir bi hezaran jinên rêxistinkirî re li hev kom bibin. Ji bo me hemûyan pir girîng e ku em têkoşîna jinê, têkoşîna ku tevgera azadiya Kurd daye û di encama wê têkoşînê de daxwazên mafdar ên jinan li vir biqîrin. Me hewl da têkoşîna xwe ya mafdar û rewa careke din li vir bînin ziman. Îro li welat li ser jinên Kurd polîtîkaya zext, zordarî, înkar û îmhayê tê meşandin. Îro bi hezaran hevalên me di girtîgehê de ne. Em ji bo qîrîna siyaset meşandin ne qedexe ye, têkoşîna jinan têkoşînek rewa û mafdare, hatin konferansê. Em ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo qîrîna azadiyê ya hemû jinên welat hatin. Îro li vir bi hezaran jin peyama bilindkirina têkoşîna jinên cîhanê didin.”
“Gotinek nabînim ku pê kêfxweşiya xwe vebêjim”
Dayika Aştiyê Şadiye Aktî ya ji Wanê beşdarî konferansê bû jî bal kişand ku konferansa bi coşa jinan û tevlibûna ciwanan hatiye lidarxistin derbasî dîrokê bûye. Şadiye Aktî diyar kir ku dema girse û jinan dît gelekî kêfxweş bû û wiha axivî: “Banga me ev e; bila hemû mirovên cîhanê rabin ser piyan û destê xwe bidin hev. Bila dayik, ji qetlîamên li ser jinan re bêjin rawest e. Bila jin ji bo nayên qetilkirin, ber xwe bidin. Bila amûra lîstikên qirêj nebin. Dema ez ji Wanê hatim, ez xemgîn bûm dibe ku hejmara me kêm bibe. Lê ez piştî hatim vir, bi dîtina kelecana jin û ciwanan ez gelekî kêfxweş bûm. Gotinek nabînim ku pê kêfxweşiya xwe vebêjim.”