Jinên Ciwan: Hedefgirtina jinan yek ji polîtîkayên dagirkeriyê ye
Bi dirûşma “Bi şerê gel ê şoreşgerî, jinên ciwan xwe diparêzin û tundî û dagirkeriyê têk dibin” komxebata parastina cewherî ya Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Hesekê hat lidarxistin.

RONÎDA HACÎ
Hesekê – Bi armanca pêşxistina kar û xebatan di bin dirûşma “Bi şerê gel ê şoreşgerî, jinên ciwan xwe diparêzin û tundî û dagirkeriyê têk dibin” komxebata parastina cewherî ya Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hola Serdem a taxa Mişêrfê ya bajarê Hesekê hat lidarxistin. Komxebatê bi beşdarbûna 60 jinên ciwan, endamên Kongra Star û şervanên YPJʹê dest pê kir. Di komxebatê de mijarên sereke weke parastina cewherî û girîngiya wê ji bo jinên ciwan û li dijî destdirêjî, tundî, êrîşên li ser parastina cewherî, li dijî bikaranîn û fihûşê, li dijî dagirkgeriyê parastina cewherî û rêbazên çareseriyê ji aliyê beşdaran ve hatin nîqaşkirin.
Piştî nîqaşên girtîn encamnameya komxebatê ji aliyê berdevka Jinên Ciwan a Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê Rîm Dada ve hat xwendin.
Girîngiya parastina cewherî hat ser ziman
Rîm Dada wiha got: “Parastina cewherî polîtîkaya ewlehî ya civaka exlaqî û polîtîk e. Ger jinek bixwaze nasnameya xwe bi dest bixe divê li hemberî mêtingerî, desthilatdarî, dagirkerî, destdirêjî, tundî, tecawiz û kuştina jinan xwe biparêze serî hilde. Çawa ku gulek bi striyan xwe diparêze, marek bi jihrê xwe diparêze divê jin jî bi cewher, fikir, dil, û rih, bi îrade xwe biparêzin. Li ser van esasan di vê komxebatê de her jinek ciwan a ku tevlî vê komxebatê bû hem bi nêrînên xwe hem bi pêşniyarên xwe asta parastina cewherî ya jinan diyar kir. Gelek plansazî çêbûn. Dive ev komxebat li her derê were çêkirin, li ser zewaca di temenê biçûk de perwerde were dayîn, li ser tacîz, tecawiz, destdirêjî semîner werin dayîn, li hemberî dagirkeriyê şerê gelê şoreşgerî bi pêş bixin, perwerde li ser parastinê werin dayîn, nivîs li ser sîxurtî û fuhûşê werin nivîsandin û wekî belavok werin belavkirin û hemû jinên ciwan perwerdeya parastina cewherî bibînin.”
“Hêzên desthilatdar ji bo dagirkirina cihekî destpêkê jinan hedef digrin”
Endama Jinên Ciwan a herêma Firatê Nûjiyan Kobanê da zanîn ku lidarxistina komxebata jinên ciwan di vê qonaxa hesas de bi armanca pêşxistina kar û xebatê û ji bo bibin bersiv ji vê qonaxê re ye wiha anî ziman: “Gelek nîqaşên girîng hatin kirin bi taybetî li ser dagirkeriya tirk û polîtîkayên li dijî jinan. Rêber Apo dibêje ya ku destpêkê hat dagirkirin jin e. Ji ber destpêkê jinan dikin kole da ku bikaribin civakan jî bikin kole. Ji bo vê êrîşên dagirkeriyê yên herî bêexlaq li ser jinan didin meşandin. Her çiqas niha hatibe berovajîkirin jî yên ku civakê ava dikin, çanda civakan bi pêş dixin jin in. Ji ber vê di roja îro de jin rastî hemû cureyên şîdetê tên. Pêwîst e civak baş bizanibe dema dijmin dixwaze cihekî dagir bike destpêkê li ser jinan polîtîkayên xwe ava dike. Ji ber ku yên herî zêde bi axa xwe ve girêdayî ne jin in. Lewma îro em dibînin li tevahî cîhanê jin tên hedefgirtin û qetilkirin. Em li vê derê kom bûne ji bo bi ruhê parastina cewherî rê li ber dagirkerî û hemû cureyên şîdetê bigrin.”
“Ji bo parastina nirx û exlaqê civakê parastina cewherî girîng e“
Endama Jinên Ciwan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Tebqayê Şeza El-Elîma wiha got: “Parastina rewa polîtîkaya ewlehiya civaka exlaqî û polîtîk e. Em dikarin bibêjin ku civaka ku xwe naparêze, wê nikaribe bibe civakek exlaqî û polîtîk. Civaka ku dixwaze xwedî nasname be pêwîst e parastina cewherî pêk bîne û xwe ji pencên dagirkeriyê biparêze. Kombûna me weke jinên ciwan gaveke serkeftî ye, em bi hev re bigihîjin encamek da ku rê li ber planên qirkirin û dagirkeriyê bigrin. “
Komxebat bi dirûşma “Jin Jiyan azadî bi dawî” bû.