Jinan ji bo Jîna Emînî li Wan, Amed û Stenbolê li hev kom bûn

Jinan ji bo Jîna Emînî ya li paytexta Îranê Tahranê hat qetilkirin li Stenbol, Amed û Wanê li hev kom bûn û li dijî tundiya dewlet-mêr bal kişandin li ser mafê xweparastinê.

Navenda Nûçeyan – Platforma Jinan Amedê ya Dîcleyê (DAKP), li Amedê ji bo qetilkirina Jîna Emînî ya 22 salî ku li Îranê ji aliyê polîsên exlaqê ve bi lêdan û îşkenceyê hatibû qetilkirin, daxuyanî da. Pêkhateyên platformê û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît beşdarî daxuyaniyê bû. Pankartên “Em jın ın, Kurd’ın em lı berxwe dıdın. Em dı raperînê de ne, serî natewinin” hat vekirin. Dovîzên bi Kurdî, Tirkî û Farisî "Ji qirqirina jinan re na" hatin rakirin.

 

Em jinên li Îranê berxwe didin silav dikin

Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît axivî û wiha got: “Em ji ber kenê xwe, ji ber etegên xwe yên kin tên qetilkirin. Li her derê cîhanê jin tên qetilkirin. Li Îranê jin tên qetilkirin, li vî welatî ji ber polîtîkayên AKP’ê jin tên qetilkirin. Em vê hişmendiyê ji qetilkirina Ekîn Van, dayika Taybet û Îpek Erê dizanin. Wezareta îranê daxûyanî daye û gotiye ‘polîsên me namûsa xwe parastiye.’ Qeda bi namûsa we keve. Em weke jinên Kurd, jinên li Îranê berxwe didin silav dikin. Em jinên Kurd ku wisa difikirin ku cîhaneke din pêkan e, em ê wê cîhanê ava bikin. Bijî hevkariya jinan, bimre faşîzm û desthilatdariya serdest a mêrî."

Daxuyaniya hevpar ji aliyê Kiymet Yildizê ve hat xwendin. Yildizê ev tişt gotin: “Jin, ji aliyekî ve li hemberî şerê pergala pergala baviksalarî têdikoşin, ji aliyê din ve jî li dijî koçberî, feqîrî, komkujî û kuştinên di encama şerên qirêj ên hêzên hegemonîk de rû didin têdikoşin. Li cîhanê sedema herî girîng a tundiya li ser jinan şer û pêvçûnên tên kirin bi xwe ne. Dîsa li paytexta Îranê Tehranê jina bi navê Mehsa Emînî ji ber ku şara wê ne îslamî bûye, ji aliyê polîsên exlaqê yên Îranê ve hat destgîrkirin. Emînî rastî tundî û îşkenceyê hat û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Jin ji ber ku li hemberî vê hişmendiyê, li hemberî ferzkirina sergirêdanê, qedexekirina cil û bergan li ber xwe didin her roj bi cezayên giran re rû bi rû dimînin. Li Îranê, Ermenîstanê, Sûriyeyê, Ûkraynayê, Efganîstanê, Pakîstanê, Îraqê, li welatê xwe, li seranserê cîhanê ji bo jina mirin, tundî, feqîrî, koçberî û êş rewa tê hesibandin. Gelek êrîş li hemberî mafên jinan û azadiya jinan tê kirin. Jin divê li hemberî van kiryaran mafê xweparastinê bi kar bîne. Em ê têkoşîna xwe ya bi rêxistinkirî li hember şer, tundî, faşîzm û bişaftinê mezintir bikin. Em ê civakeke demokratîk a aştiyane, wekhevî, azad, ekolojîk û azadiya jinan esas digire ava bikin.”

Jinan pişti daxuyaniyê 5 deqeyan çalakiya rûniştinê pêkanîn.

Li Stenbolê jinên DOM'ê meş pêkanîn

Meclîsa Xwendekarên Demokratîk (DOM) ji bo qetilkirina Jîna Emînî ya li Tehranê, li ber metroya Bomontî ya Osmanbeyê heta Kolana Ferîkoyê meş pêkanî. Bi hilgirtina pankarta "Dê porê jinan ji stûyê we re bibie girêk” timî dirûşmeya "Jinên hatin qetilkirin serhildana me ye” berz kir.

Endama DOM’ê Nazgul Çamur wiha got: “Mehsa Emînî ya 22 salî ku li Îranê ji aliyê polîsan ve bi îşkenceyê hat qetilkirin, rewşa şênber a zihniyeta qedexeker û mêtînger ê ku 43 sal in dewam dike ye. Di şexsê Mehsa Emînî de her jinên tên qetilkirin dê bibe serhildana me. Em yên ku îrade û nasnameya me ji nedîtî ve tên û di şexsê me de hemû civakê îstismar dikin nas dikin. Bêyî azadiya jinê civak azad nabe."

Jinên ji Wanê: "Jin jiyan azadî" û "Jin na tirsin"

Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Komeleya Jinan a STAR li Wanê daxuyaniyeke hevpar dan. Endamên Platforma Jinan a Wanê jî piştgirî da jinên ku li Kolana Hunerê ya navçeya Îpekyolu ya Wanê li hev civiyan.Jinan pankarta " Em ê di sedsala ku jin ber bi serkeftinê ve dimeşin serî li ber dîktatoriyê netewînin" vekirin.

Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Tûşba Xanim Akkuş li ser navê jinan daxuyaniya hevpar xwend û di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

“Ew îfadeya kêmbûna îradeya ferasetekê ye ku pora jinê weke namûs û exlaq dibîne. Em jin ji rejîma Molla ya ku hewl dide rejîma xwe ya dîktator a ku bi olê re lihevdaye li ser piyan bigre re dibêjin; em zîhniyeta we ya qirêj qebûl nakin,  me sond xwariye ku li dijî vê zîhniyeta faşîst li hemû cîhanê li ber xwe bidin û bi ser bikevin.. Em qetlîamên li ser jinan li ku derê cîhanê dibin, şermezar dikin û careke din bang li hemû jinan dikin ku li dijî pergala serdest a mêr têkoşîna birêxistinkirî bidin. Em weke jin teqez ji rejîma Molla hesabê hemû komkujî û înfazên jinan bipirsin.”

Daxuyanî bi qîrîna dirûşmên "Jin jiyan azadî" û "Jin na tirsin, hesab dipirsin" bi dawî bû û piştre jinan bi meşeke bêdeng dawî li çalakiya xwe anîn.