Rêxistinên jinan diyar kirin ku divê kujer cezayê giran bigrin

Ji ber zêdebûna bûyerên kuştina jinan û azadkirina kujerên jinan her wiha piştgiriya desthilatdariyê, nixûmandina tewanan her diçe êrîşên li dijî jinan zêdetir dibin.

Silêmanî – Duh li ber deriyê dadgeha bajarê Silêmanî di çarçoveya kampanyaya pêşîlêgirtina kuştina jinan de rêxistinên jinan û yên civaka sivîl ji bo cezakirina kujerên jinan daxuyaniya çapemeniyê dan. Nûnerên rêxistinên jinan û çalakvan beşdarî daxuyaniyê bûn û dan diyarkirin ku ew rê nadin bi tu awayî kujerên jinan bê ceza bimînin.

Kinêr Abdûlah di daxuyaniya çapemeniyê di der barê kampanyayê de axivî û got: “Ji ber vê armancê em hatine ber deriyê dadgehê û peyama xwe radestî zagon û dadweran dikin. Ji bo em ji wan re bibêjin û ew jî li pişt rêxistinên jinan bin. Divê ku zagon serwer bin û kujerên jinan werin cezakirin, ji ber hebûna zagonan ji bo hizir û hişyariya kesên di civakê de ye. Ne tenê zagon, çand û karkirina li ser sîstema perwerdeya kes jî girîng e ji bo kêmkirina bûyerên tundîtûjiyê û kuştina jinan.”

Ji rêxistinên CDO Pena Kar, rêxistina Rewşenbîrên Kurd, Partiya Kesk û nûnerên Kongra Star li Başûrê Kurdistanê û rêxistina Xwişkên Îslamê bi hev re bi hevbeşiya yekitiya jinan daxwaza piştgirîkirina kampanyaya pêşîlêgirtina tundîtûjiyê kirin ji bo ku bûyerên tundîtûjiyê ber bi kêmbûnê ve biçin, alî û desthilatdar nebin landika tewanan û tewanbar werin cezakirin.

Hevgirtina rêxistinên jinan ji bo cezakirina kujerên wan xwedî roleke girîng e

Endama Yekitiya Jinên Kurdistanê Firûşe Feysal bi bîr xist ku îro çalakiyên hemwelatiyan û dadgehê nîşan didin ku ew li dijî kuştina jinan in û da zanîn ku armanca wan ew e kujerên jinan werin cezakirin û desthilatdarî nebe landika rêxweşkirinê. Her wiha divê tewanbar bi şêwazek herî tundî werin cezakirin da ku bûyerên kuştina jinan dubare nebin û got: “Di vê mijarê de ya girîng ew e ku rêxistinên jinan yekgirtî ne, me dengê xwe li hemberî kuştina jinan derxist. Armanca me ew e ku tewanbar werin cezakirin. Ji ber wê hêviya me heye ku ev helwest encamên baş bi xwe re bînin.”