Jinan ji bo çalakvan Luz Raquel Padilla ya hatibû qetilkirin daxwaza edaletê kirin

Çalakvan Luz Raquel Padilla ku ji aliyê kesên nediyar ve piştî hat şewitandin, jiyana xwe ji dest da. Jinên ku li hemberî vê buyera dermirovî bertek nîşandan daxwaza edaletê kirin.

Navenda Nûçeyan - Li Meksîkayê bi sedan jin, ji bo çalakvan Luz Raquel Padilla ku ji aliyê kesên nenas ve bi saxî hat şewitandin, daxwaza edaletê kirin.

Çalakvanan duh, li ber navenda polîsan a li Thaboban ya li devera ku çalakvan  Luz Raquel Padilla lê dijiya, kom bûn û nerazîbûn û xemsariya rayedaran ya li hember şewitandina çalakvanan ya bi saxî, şermezar kirin.

Rayadarên Meksîkî, diyar kirin ku çalakvan  Luz Raquel Padilla piştî ku roja 19’ê Tîrmehê li parkek li Thabopan ji aliyê sê mêr û jinekê ve hat şewitan din, ji ber di laşê wê de ji sedî 90’î şewatên cidî pêkhatin, jiyana xwe ji dest da. Dozgeriya Komarê ya Jalisco, roja Pêncşemê ragihand ku  Luz Raquel Padilla di Gulanê de cîranê xwe Sergio Ismail bi gefxwarina xwe tawanbar kiriye û piştrê jî ji wê re biryara parastinê hatiye dayîn.

"Windakirina nirx e”

Endama Tora Jinan a Serhildêr Guadalupe Ortega û Serok Andres Manuel Lopez Obrador jî gotin, "Ji bo  Luz Raquel Padilla edalet û ji bo kurê wê edalet” û diyar kirin ku cînayeta  Luz Raquel Padilla bi "windakirina nirx" eşkere kirine.

Ev sûc, piştî doza Debanhe Escobar a keçek 18 salî, ku laşê wê di meha Nîsanê de di tankekê de li bajarê Monterrey yê bakur hat dîtin, şokek nû li Meksîkayê avakir.