Foruma Şoreşa Jinê ya Bakûr û Rojhilatê Suriyê bi panela yekemîn berdewam dike

Foruma Şoreşa Jinê ya Bakûr û Rojhilatê Suriyê a ku bi dirûşma “Bi hevgirtina jinan em ê destkeftiyên şoreşê biparêzin û geş bikin” bi nirxandina panêla yekemîn li ser nirxandina dehsaliya şoreşa jinan berdewam dike.

Qamişlo - Foruma Şoreşa Jinê ya Bakûr û Rojhilatê Suriyê bi panela yekemîn a li ser nirxandina dehsaliya şoreşa jinan berdewam dike. Piştî nirxandinên girîng li ser siyaseta herêmî û cîhanî ku ji aliyê Hevseroka Desteya PYD’ê Foza Yûsif ve nirxandinên wê hatin kirin, foruma jinan bi panela yekemîn li ser dehsaliya şoreşa jinan dest bi bernameya xwe kir. Wê di hundirê panela yekemîn de 4 beş li ser rewşa jinan, asta xebatê û rêxistinbûyîna wan a beriya şoreşê bê hebin. Mijara din jinan di şoreşê de çawa xwe birêxistin kirin her wiha serpêhatî û destkeftiyên jinan ên 10 salan û herî dawî jinên navneteweyî tevlî şoreşê dibin wê ev hemû mijar di hundirê panela yekem de bên nirxandin û nîqaşkirin.

Beşa yekemîn rewşa jinan, asta û rêxistinbûyîna wan a beriya şoreşê ji aliyê Seroka Kantona Efrînê ya berê Hêvî Mistefa ve hat nirxandin.

Em dikarin bibêjin jin xwedî roleke girîng bû di dîrokê de û di hemû şerên ku li cîhanê qewimîne de cihê xwe girtine, pêşengî kirine. Gelek jin xwedî berpirsiyan bûn di qada siyasete de, lê ev hemû bi derketina sîstemên serwer re ji destên jinan hatin girtin. Di qada siyasete de jin hatin dûrxistin, di qada aboriyê de keda wan kirin malê xwe û di qada rêxistinkirinê de wan bê rol hiştin. Ev yek pir demdirêj domiya û gelek encamên xerab bi xwe re anî ji bo qedera jinan bi vî rengî nema û îro hemû derfet ketin destên jinan ku azadiya mayinde bi xwe re bînin.

Beşa duyemîn jinan di şoreşê de çawa xwe bi rêxistin kirin ji aliyê Hevseroka PYD’ê Asya Abdullah ve hat nirxandin.

Asya Abdullah wiha got: "Îro şoreşa me xwedîderketina li nirxê tevahî jinan e. Di dehsaliya şoreşê de me çawa biryarên xwe yên steratejîk dan ev hemû mîrasê keda jinan bû. Îro jinên ku ked û xebat dane meşandin di hemû sazî û dezgehan de cih digrin û ev di encama sekn û berxwedana wan de bû. Em dikaribûn di destpêka şoreşê de biryarên steratejîk bigrin, eger em li dijî van hemû qanûn û sîstemên li dijî jinan tên meşandin tênekoşin em nikarin şoreşa xwe birêve bibin. Şoreşa me esasê wê keda jinan bû keda jinên şoreşger bû bi taybetî di salên 1980 û 1090’î de bû di şexsê Dîcle û Şîlan Kobanê bi sedan jinên ji bo parastina jinan ev qonax bi sedan jinên pêşeng derxistin û bûn derfeteke mezin da ku em bibin xwedî îrade û nasname. Têkoşîna jinên şoreşger li dijî nêrîna şaş bû, gelek guhertinên bi encam mayinde kirin. Eger me jinan parastina xwe bi pêş nexista me nikaribû şoreşa xwe bigihîjînin vê astê. Me amadekariyên xwe yên stratejîk kirin eger em xwe birêxistin nekin em nikarin mafên jinan misoger bikin. Şoreşa jinan şoreşa zîhniyetê bû, encamên demokratîk bi xwe re anî. Em dikarin bi reng û nasnameyê, xwe birêxistin bikin û têkoşîna xwe bidin meşandin."

Beşa sêyemîn serpêhatî û destkeftiyên jinan ên 10 salan ji aliyê Endama Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sema Begdaş ve hat nirxandin.

Sema Bektaş serpêhatî û destkeftiyên jinan wiha nirxand: "Ev kombûna me îradeya me jinan dide nîşandan û hêviya azadiya hemû gelan bi şoreşa jinan re mayinde kir. Şoreşa me mora xwe li dîroka berxwedaniya jinan xist û wekhiya hemû pêkhatiyan bi xwe re anî. Jinan  gelek berdel dane di vê şoreşê de dan û barê herî giran di aliyê parastin û nirxên vê şoreşê dan ser milên xwe. Bi pêşengiya Kongra Star şoreşa me roleke girîng di qada siyaset û rêxistinê de lîst. Şoreşa jinan piştî gelek salên têkoşînê bû riya berxwedana hemû jinan. Şoreşa rojava ceserata xwe ji tevgera jinên azad girtiye. Em hemû dizanin gelek şoreş di cîhanê de çêbûn lê tu şoreşê weke şoreşa jinan bi xwe re neanî. Şoreşa me stratejiya siyaseta jinan bi pêş xist gelek rêxistinên jinan bi xwe re tevî xebatan kir û dikaribû kesayeteke jinên siyasî ava bike. Ji bo wê jin xwedî rol bûn di avakiriana hevgirtina civakê û çareserkirina pirsgirêkên wê.  Em gihandina jinên hemû pêkhatiyan di şoreşê de destkeftiya herî mezin di şoreşê de dibînin."

Beşa çaremîn jinên nevneteweyî tevlî şoreşê dibin nirxandina vê beşê hunermend Rojda Dandara dike

Rojda Dandara derbarê beşdarbûna şoreşê ya jinên ji qada navnetewî de wiha got: "Gelek têkoşer hêvî dikin jiyanê azad bikin û wê veguherînin rastiya wê. Gelê Kurd û şoreşa azadiyê bi pêşengiya jinan coşa jinan bi vîneke mezin  xurt kir. Jinan şer bi empryalîzmê re kirin û jinan kirin mînaka destkeftiyan. Dema em weke jin li xwe mêze bikin em ê bibînin ku bi rastî şoreşê em anîne dunyayê.  Di nava hêza şoreşê de em xwe dibînin û dixwazin bi xebatên rojane xwe nas bikin û gelek rengan li xwe zêde bikin. Baviksalarî êrîşî bedena jinan dike û wan nexweş dixîne ji bo wê pêwîst e em çanda xwe îfade bikin û bi vîneke xurt bixebitin. Weke jinên şoreşger pêwîst e em şer bikin û jiyana bi rûmet ji bo tevahî jinan bi xwe re bînin."

Foruma Şoreşa Jinê ya Bakûr û Rojhilatê Suriyê bi nîqaşan berdewam dike...