Jinan ji bo Şilêr Resûl li ber deriyê dadgehê çalakî li dar xistin

Komek ji çalakvanên mafên jinan li dijî neçarkirina xwekuştina Şilêr Resûl li ber deriyê dadgeha bajarê Sineyê çalakiya nerazîbûna li dijî tundîtûjiyê li dar xistin û şermezar kirin.

Navenda Nûçeyan- Duh komek ji çalakvanên mafên jinan li bajarê Sineyê, li ber deriyê dadgeha Şoreş çalakiya nerazîbûnê ya ji ber neçarkirina xwekuştina Şilêr Resûl li dar xistin. Jinan çalakvanan tundîtûjiya li hemberî jinan weke karek sîstematîk bi nav kirin û diyar kirin ku ji van kiryaran desthilatdarî berpirsyar e.

Dûre li ber deriyê dadgehê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev çalakî li dijî tundîtûjiya li ser jinan hatiye lidarxistin û daxwaz ji hemû çalakvanên mafên mirovan hat kirin ku bêdengiya xwe bişkînin û dakevin qadan. Çalakgera n gotin: “Yên ku em îro neçar kirine û sedema vê tundîtûjiya bi awayek sîstematîk li hemberî me jinan tê kirin pergal e. Ev kiryarên ku li hemberî jinan tên kirin li dijî mirovahiyê ne, em daxwaz ji hemû çalakvanên mafên mirovan li Îran û cîhanê dikin ku bêdengiya xwe ya di vî alî de bişkînin û dakevin qadan. Em daxwaz ji hemû aliyên pêwendîdar û dadweran dikin ku êşa jinên ku destdirêjî lê wan hatiye kirin kêm nebînin û bi cihkirina zagoneke bi bandor û rêgirîkirina ji bo tacîzkaran bi cih bike, da ku jiyan selametî ji bo civakê were dabînkirin.”