Dayikên Şemiyê: Em ê kesên ku kiryaran parastine efû nekin

Dayikên Şemiyê diyar kirin ku wan mirovên di darbeya 12’ê Îlonê de bi darê zorê hatine windakirin ji bîr nekirine, bang li hemû kesan kirin ku bi 12’ê Îlonê re hevrû bibin û hesab ji darbekaran bixwazin.

Stenbol- Dayikên Şemiyê bi daxwaza ku li aqûbeta windakiriyan bipirsin û faîl bên dîtin û darizandin di hefteya 911’emîn de li avahiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê li dar xistin. Dayikên Şemiyê vê hefteyê bal kişandin ser mirovên di heyama darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê de bi darê zorê hatine windakirin. Daxuyaniya vê hefteyê Îkbal Eren a xwişka Hayrettîn Eren ê di heyama 12’ê Îlonê de di binçavan de hatibû windakirin xwend. 

“Wisa bûye ku welat ji darbe û rewşên awarte teşe girtiye”

Îkbal Eren bi bîr xist ku di heyama darbeya 12’ê Îlonê de sûcên giran hatine kirin û got: “Wisa bûye ku welat ji darbe û rewşên awarte teşe girtiye. Ev dike ku mafên mirovan, demokrasî û hiqûq û mafên çandî bên astengkirin.”

“Darbeya 12’ê Îlonê wek travmayek civakî ma”

Îkbal Eren da zanîn ku li Tirkiyeyê tu dem darbekaran ji ber kirinên xwe hesab nedane û wiha got: “Darbeya 12’ê Îlonê nehatiye hevrûkirin, hesabê wê nehatiye dayîn û birînên wê ku nehatin kewandin rê li ber ‘travmaya civakî’ vekirine û ev travma di nava civakê de maye. Cemîl Kirbayir, Mahmut Kaya, Huseyîn Morsumbul, Nurettîn Ozturk, Zekî Altunbaş, Hayrettîn Eren, Nurettîn Yedîgol, Suleyman Cîhan, Mustafa Hayrullahoglu û Maksut Tepelî di îşkencexaneyên 12’ê Îlonê de hatin windakirin. Eren, Sulyeman, Cîhan û Hayrullahoglu li goristanên bêkesan hatin veşartin lê ji windakiriyên din tu xeber nehat girtin. 42 sal in edalet pêk nehatiye. Zîhniyeta ku darbekar û kujerên 12’ê Îlonê bêceza hişt, îro jî li ser kar e. Em ê windakiriyên xwe ji bîr nekin û kujeran efû nekin. Em hemû kesan vedixwînin ku bi 12’ê Îlonê re hevrû bibin û hesab ji darbekaran bixwazin.”