Tu ne bi tenê yî, em bi hev re biqîrin: Jin Jiyan Azadî

2’emîn Konferansa Jinan a Navneteweyî ya ku li Berlînê bi dirûşma "Şoreşa Me: Azadkirina Jiyanê ye” di hemû jinên cîhanê de coşeke mezin avakir, peyam têkoşîna azadiyê ya jinan dê bi biryardariyeke hin mezintir bê meşandin, hat dayîn.

ZEHRA DOGAN

Li ser banga tevgera jinên Kurd, jinên ji çar aliyên cîhanê li Berlînê li hev civiyan û di 2’emîn Konferansa Jinan a Navneteweyî ku di navbera 5-6'ê Mijdarê de bi dirûşma "Şoreşa me: Azadkirina Jiyanê ye" hat li dar xistin de, biryara divê hemû jin bi yek dengî têbikoşin girt. Ez wek kesekî ji ber tercûbeyên xwe yên xebatê ya JINHA'yê ku heta îro beşdarî gelek konferansên jinan bûm, konferansek ku min ewil xwe xemgîn, lê di heman demê de kêfxweş, ruhê wê şikestî lê bi hêz bû hîskir bû. Sedema vê ya herî mezin jî, min her kêliyê kenê Nagihan Akarsel a ku min hêj mirina wê qebûl nedikir, ji wêneyê ku li salona konferansê hatibû daliqandin diherikî li gel xwe hîs dikir. Ev konferans tam di kêliya ku min hîs kir ezê li parzemîna Ewropayê ya sar û gewr bi bêhenaseyê bifetisim, di salona ku jinên digotin “tu ne bi tenê yî, haydî rabe ser piyan” de ji min re bû henaseya dû rojan û ez pê bawer im ku ji bo hemu jinên li wê derê kombûn re.

Hemû jinên têkoşer zanin ku Ewropa ne weke ku tê gotin xwedî xaka “azadî û demokrasiyê” ye. Li vê cihê ku giyanên jinên ku di nava dîwarên camê yên nayên dîtin de asê mane, li dar xistina konferanseke bi vî rengî ne tenê ji bo erdnîgariya Kurd di heman demê de ji bo jinên hemû cîhanê soza hêviyê dayîne, helwesteke şoreşgerî ya gelekî giranbuha ye. Bi rastî jî serhildana gel a ku piştî qetilkirina Jîna Mehsa Emînî ya ji aliyê rejîma Îranê ve li Rojhilat û Îranê avabû, li hemû cîhanê belav bû, jinên Kurd ên ku avakaren dirûşima “Jin Jiyan Azadî" ku di van demên dawî de hemû jin dev ji karanîne bernadin, vê felsefeyê temam li cihê xwe vegotina wan, di warê jinan de pir girîng bû.

Li hemberî hewldanên populîzma ku di mêr dewletê neolîberal de hatiye avakirin ji naveroka wê derxistina dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ konferansekê rast a di wextê wê de bû. Girîng bû ku hat destnîşankirin ku afirînerên vê felsefeyê hê jî di nava refên gerîla de ne, ji bo azadiya gelan têdikoşin û bi salan di girtîgehê de dimînin diyariya jinên cîhanê kirine. Dîsa gelek girîng bû ku hat diyar kirin divê neyê ji bîr kirin ku ev dirûşme mîrateya Nagihan Akarsel a ku 35 salên xwe fedayê tevgera jinên Kurd kir û di vê oxirê de li bajara Silêmaniyê ya Kurdistana Federe hate qetilkirin û bi hezaran jinên Kurd ên weke di vê oxirê de jiyana xwe ji dest dane ne.

Ji ber vê yekê ev konferans di warê afirandina dînamîkeke bingehîn a mezin ku ji bo em li pey hevalên ku her roj jiyana xwe ji dest didin bin nekevin, bi jinên ku dibêjin "Destê xwe bide, haydê rabe" werin cem hev û ji nû ve rabin ser piyan, pir girîng e. Ez wek yek ji wan kesên ku bi salan Nagihan nas kir, gelek tişt jê fêr bûye û di ruhê wê ya rêhevaltiyê de germ bûye, di saloneke ku wêneyê wê hatiye daliqandin de guhdariya axaftina wê ya li ser tercûbeyên wê yên derbarê têkoşîna jinê de, hesteke giran li min û hemû hevalên Nagihan yên di salonê de avakir.

Berdevka karê derve ya tevgera jinên Kurd ya Avrûpa (TJK-E) Melîka Yaşar axaftina vekirinê kir û xitabî jinên renga reng kir û got: “Mesafeya di navbera Sînor, ziman, avhewa û erdnîgari bi dilê nêzî hev hatî qepatkirin, xwedî baweriya bi hevanîn, pê bawerbûn, bi hevre xebitin di bin heman rojê de jî têrê dike, ev civaka ku ew qas xwedî mêranî (Yuce gonulu) ez bi hemû coşa xwe wan silav dikim.” Ev gotina wê li salonê bi deqeyan bi girî û çepikan hate pêşwazîkirin. Ji ber di wê salonê de bi sedan jin ji rêyên dirêj hatine konfaransê, ji bo rituelên xwe yên salane bi cih bînin, jin bi jinê re bikeve nava peywendiyan û bi hêz bibin û cardin berpirsyartiyên wan yên ji hev dûr û wê cardin vegerin qadên xwe yên têkoşînê hatine. Ji ber wê gotina Melîka ya ya mêranî ( yuce Gonolu’) xitabkirina wê dilê jinan germ kir.

Min hîs kir ku bi vê konferansê me karî êşa dilê xwe ya birîndar ku piştî Nagihan ji me hat wergirtin, kêm bê jî sivik kir. Careke din şahidbûna min ya biryardariya rêhevalên wê yên ku, têkoşîna wê li cihê ku hiştiyê hembez dikin, bû sedema carek din serbilind û rûmet bim. Min bi lêdana dilê xwe, jinên ku bi salan bi Nagihan re di heman qadê de têkoşiyan, tevî êşa nalîna dilê wan sekna wan a rast a li ser dikê û rêbazên nû yên berxwedanê yên ku pêşkêşî jinên cîhanê kirin, guhdar kir. Dema min axaftinên bi bîr xistina gotinên Nagihan ên derbarê şoreşê “ ger em bawer bidin dê pêkbe” guhdar dikir, min gelek tişt ji wan fêr kir û aîdêbûna vê têkoşîna li hindurê xwe de dubarê kirine, guhdar kir.

Jinan tercûbeyên xwe yên têkoşînê vegotin

Dema me tercûbeyên têkoşînê yên bi sedan jinên ku pênaseyên wan ên demokrasî û azadiyê ji li welatên hev cuda ne guhdar dikir, em careke din bûn şahid ku her çiqas em li erdnîgariyên cuda bin jî, çîrokên me pir dişibin hev. Mînak, dema di konferansê de endama Komuna Cunca ya ji gelê Mapuche yên ku Arjantîn û Şîlî dagir kiribûn Ñizol Lonko guhdar dikir, min hîskir ku çîroka wê bi jinên ku ne pir yek an jî du nifş beriya min jiyan kirine re heman e. Dema ku xîtabî bi sedan jinên li salonê cih digirtin dikir, hem biryardariya wê ya di awayê îfadekirina xwe û hem jî gotinên wê yên femînîzma Ewropayê rexnedike, hema bêje wekî waneyê bû.

Ñizol Lonko: Têkiliya me ya bi xwezayê re tê terorkirin

Ñizol Lonko anî ziman ku beriya xaka wan were dagirkirin, jinên pêşeng di her qada jiyanê de cih girtine û got, “Bi salan e em di bin dagirkeriyê de ne. Dibêjin em ji xwedê bawer nakin, em ne medenî ne, em li dijî teknolojiyê ne û paşverû ne. Têkiliya me ya bi xwezayê re tê terorkirin. Ew dîtina me ya li ser xwe wekî parçeyek axê sûcdar dikin. Bi pênasekirina wan wek nezan û gundî, armanc dikin ku nûjen bikin û bi vî awayî me bi hêsanî ji axa me derxînin. Lê ez nizanim bê di xwezayê de, bê kesk, bê ax bijîm. Em nikarin jiyanek wisa fam bikin. Li dinyayê gelek kes hene ku pereyan teserûf dikin. Jiyana xwe bi pereyên teserûfê xerc dikin. Em nikarin pereyan bixwin. Dirav hişk in, yên kaxez tama wan xerab in.

Dinya li hember dagirkeriya li ser axa me bêdeng dimîne

Dema ez zarok bûm diya min di girtîgehê de bû. Ez ji dayika xwe fêrî berxwedanê bûm. Mala min 5 caran ji aliyê kolonyalîstan ve hat şewitandin. Her carê ez bi destên xwe mala xwe ji nû ve çê dikim. Em dixwazin li ser axa xwe azad bijîn. Min gelek êş kişand, lê ez vê dibêjim; Tiştê ku êşê nekuje wê xurtir dike."

Beşa herî bibandor a axaftina Nizol, zîhniyeta standard a Ewropayê ya "alîkarî" bû û rexneyên wê yên nazik ên li ser netevlîbûn û elîtîzma femînîzmê bû: “Li ser axa me dagirkerî heye, cîhan li hemberî vê bêdeng dimîne. Carinan alîkariyên UNO tên ji ber ku gelê me mirovên feqîr in. Lê ew me nas nakin. Mînak bi şiringeyan tên û dibêjin 'em her kesî derzî bikin'. Em tu carî derzî nebûn, ne jî em dixwazin bibin.

Bi hezaran gelê Mapuche di girtîgehan de ne

Lê di heman demê de perspektîfa femînîst pirsgirêk e. Min şaş fam neke, ez ne li dijî femînîzmê me, lê dixwazim ku hûn me baştir fam bikin. Dema ku hûn li me dinêrin, hûn di hişê xwe de wêneyê me diafirînin. Dema ku hûn li me dinêrin, hûn mîna ku hûn li tabloyek dinêrin xuya dikin. Hûn me balkêş dibînin. Yanî nêrîna Ewropayê ya li hemberî me jî dişibe yên ku me îstismar dikin. Lê ez hevgirtina we dixwazim. Niha bi hezaran gelê Mapuche di girtîgehan de ne. Ji kerema xwe nameyên hevgirtinê ji wan re binivîsin. Û dîsa ji dewletên Arjantîn û Şîlî re binivîsin ku hûn li dijî îstismarkirina me ne.”

Dîlar Dîrik bal kişand ser binpêkirinên ku didomin

Rexneya Nizol a li ser femînîzmê xaleke ku jinên Kurd jî rexne dike, civaknasa siyasî-nivîskar Dilar Dirik ku bi awayekî rast behsa Tevgera Jinên Kurd kir û got, “Eleqeya we bi tevgera jinên Kurd, şervanên jinên Kurd piştî DAIş li ser tevahî cîhanê xeterî ava kir û we dît ku jinên Kurd li hemberî wan şer dikin hê zêdetir bû." Ev nirxandineke girîng bû ku jinên cîhanê diyar kirin ku nêzîkbûna wan a ji têkoşîna jinên Kurd re girîng e, lê belê Tevgera Jinên Ewropayê li dijî binpêkirinên mafan ên hê jî didomin bi têra xwe proaktîf nîne. Dilar Dirik bi gotina “Niha li Elmanyayê Tevgera Azadiya Kurd tê krîmînalîzekirin, hûn dizanin? Jinên ku vê konferansê li dar dixin her roj neçar dimînin li qereqolan îfadeyê bidin.” bal lê kişand ku divê tevgera femînîst a li Ewropayê li ser welatê xwe di nava lêpirsîneke radîkal de be. Ev mijarên ku pêwîstiya wan bi nîqaş û encamên cidî heye.

'Femînîzma lîberal profîlên elîtan diafirîne'

Wekî ku Dilar Dirik got li hemberî jinên Kurd ên li Rojhilata Navîn şer dikin ji sempatiya romantîze wêdetir lazim e tevgera femînîst lêpirsîn bike ku çek, seyareyên zirxî, çekên kîmyewî yên li welatên wan tên çêkirin çawa li dijî gelê Kurd û gelek gelên din tên bikar anîn an jî çawa diçin ji rêxistinên terorê yên mîna DAIŞ’ê. Di vê xalê de ev gotinên Dilar Dirik rexneyek girîng e li femînîzmê: “Tevgerên azadîxwaz ên jinan ên Ewrûpayê divê bi awayekî aktîftir li vê derê cih bigirin. Divê jin bipirsin: 'Dewleta min di avakirina DAIŞ'ê û gelek rêxistinên din de çi rol dilîze, ev rêxistin çawa tên avakirin?' Îro her kes weke femînîst xwe dide nasîn. Lê ev ne rast e. Tişta ku herî zêde me jinan ji hev dûr dixe femînîzma lîberal e. Femînîzma lîberal profîlên elît diafirîne. Dema ku me ev konferans li dar xist, me ji tu dewlet, ji dewlemendek û ne jî ji partiyek siyasî yek quriş nexwest. Ji ber ku weke jinên milîtan em naxwazin di bin siya pereyên wan de biaxivin.

Divê em bi hev re têbikoşin

Em otonom in, xweser in. Karê me şoreş û radîkalbûn e, tevgera femînîzma lîberal nahêle ku tevger ava bibe. Dema em dibêjin şoreş, em behsa tiştekî razber nakin. Divê em şoreşeke nû pênase bikin û ji ramaneke ewropayî dûr bikevin. Em têkoşîneke kolektîf in, divê em bi hev re têbikoşin. Divê em li dijî qirkirina îdeolojîk têbikoşin, sembol û dirûşmên me nikare ji aliyê sîstemê ve bê dizîn. Şervanên jin ên Kurd weke şahiyekê dikevin Hollywoodê, lê di heman demê de dema bi madeyên kîmyewî tên kuştin, kes behsa vê yekê nake. Îcar çima ew vê yekê dikin? Ji aliyekî ve hêza wan tê xwestin ku were bikaranîn: Bi taybetî ji aliyê tevgerên rastgir ve tê bikaranîn. Dewlet çawa tevgerên civakî ji bo berjewendiyên xwe bikar tînin? Kîjan pergalên femînîst bi rastî antî-sîstêmî ne, ku xizmeta mantiqa dewletê dike. Ez dixwazim pirsekê bikim; Bi rastî em mantiqa ku DAIŞ afirandiye fam dikin? Ger hûn ji Rojhilata Navîn dûr bin jî, weke jin divê em vê pirsê bikin: Tiştê ku DAIŞ afirand çi bû? Ger em nikaribin bersiva vê pirsê bibînin, wê di her serdemê de rêxistinên mîna DAIŞ’ê derkevin holê.”

Qadên têkoşîna jinan

Ji têkoşîna gelê Mapuche ya li dijî tunekirina ax û nasnameya wan, heta têkoşîna femînîst û LGBTIQ ya li Arjantînê hemû jinên di salonê de hest kirin ku têkoşîna jinan çiqasî berfireh û dijwar e.

Hevseroka PYD’ê Asya Abdullah ku ji Rojava beşdarî konferansê bû, dema ku jinên Rojhilata Navîn li ser parvekirina jinên Rojhilata Navîn ên der barê rejîma zordest a li ser jin û gelên kêmnetewe li welatên wan guhdarî kir, serpêhatiyên xwe û tecrubeyên tevgera jinên Kurd parve kir. Jiyana Azadiya Civaka Demokratîk ne tenê ji bo Kurdan, bi taybetî ji bo Rojhilata Navîn û bi giştî ji bo tevahiya cîhanê, fikira ku ji bo jinên cîhanê çiqasî girîng e derketiye holê. Di heman demê de peyama gerîlayên jin ên Kurd ên ku bi vîdeoyên ji çiyayên Rojhilatê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê beşdarî konferansê bûbûn, di salonê de sînerjiyek mezin çêkir.

Pir bi qîmet bû ku em jinên ku ji konferansê hêzeke mezin standin, li van cihên neolîberal û bi navê demokratîk, lê rastî parçekirin û zextan ên mîna Ewropayê tên, di civînên pêş de bi biryardariyeke bi heman rengî têkoşîna di bin sîwanekê de li hev kom bûn. Bi vê konferansê re me careke din bi bîr xist ku divê em ti carî ji bîr nekin ku bi hezaran rêhevalên me hene, her ku em qels bibin dê destê xwe bigihînin me û bibêjin, “Hûn ne bi tenê ne, werin em bi hev re slogana xwe ya berxwedanê biqîrin: JIN, JIYAN, AZADΔ