Jinan daxwaza xwe gihandin ezmanan: Jin, jiyan, azadî

Li Sine jinên çiyager qêrînên daxwazên xwe bi dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ gihandin ezmanan.

HÎMA RAD

Sine – Jinên ji Rojhilatê Kurdistanê û Îranê serî hildane hewil didin qêrîn û daxwazên xwe bigihînin.

Li bajarê Sinê ya Rojhilatê Kurdistanê komek jinên çiyager pêyamên xwe yên nivisîbûn li ser pifdankan girêdan û ber bi ezmanan ve berdan. Duh jinên çiyager pankarta ku li ser bi Soranî ‘Jin, jiyan, azadî’ dinivisîne li herema Gueşe Kavir a Çiyayê Abider ku hilkişiyabûn ber bi ezmanan ve berdan.

Jinan di heman demê de li ser kevirên mezin ên li ser riya xwe dirûşmeya ‘Jin, jiyan, azadî’ nivîsandin. Piştî pifdankên ku berdan ezmanan banga yekîtî û îro li hev kombûnê kirin.