Komxebata 2. ya Komîta Jineolojiyê ya Mexmûrê destpê kir

Bi dirûşma ‘2’emîn Şoreşa Cotkarî û Gudewarî Bi Zanista Jineolojiyê Ava Bibe’ 2’emîn Komxebata komita Jineolojiyê ya Mexmûrê destpê kir.

Mexmûr – Li wargeha Penaberan a Mexmûrê ku her dû sal carekê komxebata komîta Jineolojiyê tê lidar xistin, 2’emîn Komxebata Jineolojiyê Bi dirûşma ‘2’emîn Şoreşa Cotkarî û Gudewarî Bi Zanista Jineolojiyê Ava Bibe’ bi beşdarbûna delegeyan destpê kir. Beriya ku komxebat destpê bike deqeyek rêz hate girtin.

Axaftina vekirinê ji aliyê endama komîta Jineolojiyê Songul Guler ve hate kirin û wiha got: “Me berê komxebata jineoloji dabû meşandin me nîqaşên xwe li ser rehendan dabu meşandin. Îro jî em ê li ser gundewarî xebat bidin meşandin. Em hemû tiştî nîqaş dikin hedefa me paradigmeyek avakirin e. Weke komîta jineolojî divê em bingehê vê paradiümayê dagirin. Ji ber wê me pêwîsti bi xebatek wisa dit. Mijarên me yên ku em li ser bisekinin vegera çanda dayikê ye, weke jin divê em çanda jinê baweriya jinê, çima hemû maf ji destê jinê hatiye girtin nîqaş bikin. Pergala mêrsalarî çawa li ser xwe li ser jinê ewqas bi hêz kir, armanc çi ye bi tundî li ser jinê de tê? Ji bo di pêşerojê de em zihniyeta jinê di nava paradigma de ava bikin divê rê û rêbazên wê çawa be, em ê çawa pêkbînin di vê çarçoveyê de nîqaşan pêş bixin.”

Piştî axaftina vekirinê sinevizyona di derbarê komxebata jineolojiyê de hate nîşandan. Dê li ser mijarên, “Duyemîn şoreşa çand û gudewarîd e rola jin û bi vî awayî vegera çanda dayiksalarî, di şoreşa civaka xwezayî de rola jinê çibû?, duemîn şoreşa çand û gundewarî de rola jinê wê çibe û çawa be? nîqaş bên meşandin.

Herî dawî jî wê nêrîn û pêşniyar werin giritin û li gor wê dê komîta Jineolojiyê dest bi kar û xebatên xwe yê dû salan bike.