Jinan daxwaz kirin ku Aysel Tugluk were berdan

Jinên Platforma Jinan a Enqereyê diyar kirin ku ew 500 roj in ji bo siyasetmedara kurd Aysel Tugluk ku girtiya nexweş e û nexweşiya wê ya demansê heye daxwaza edaletê dikin û xwestin siyasetmedar bê berdan.

Navenda Nûçeyan- Platforma Jinan a Enqereyê bi mebesta şermezar kirina ne berdana siyasetmedara kurd Aysel Tugluk ku girtiya nexweş e û teşhîsa demansê lê hatiye kirin, civîna çapemeniyê li darxist.

Di daxuyaniya li Yekitiya Mulkiyeyiyan hat dayîn de, pankarta “Li gel ku teşhîsa demansê hatiye kirin jî Aysel Tugluk ev 500 roj in nayê berdan” hat vekirin. 

Akademîsyen Yasemîn Ozgun a li ser navê Platforma Jinan a Enqereyê axivî,  pêvajoya derbarê Aysel Tugluk de bi bîr xist û got ku raporên derbarê siyasetmedara ku tevî nexweşiya wê hatiye amadekirin ji objektîfbûn û zanistiyê dûr e.

Em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin”

Akademîsyen Yasemîn Ozgun da zanîn ku di sibata sala 2021’an de Nexweşxaneya Seka ya Dewletê teşhîsa demansê bo siyasetmedar Aysel Tugluk kiriye û wiha got: “Nexweşiya Tugluk roj bi roj pêş dikeve. Tevî vê yekê jî 3’yemîn Lijneya Îhtîsasê ya Saziya Tipa Edlî (ATK) ji bo Tugluk got; ‘dikare li girtîgehê bimîne û li xwe binêre.’ Rapora herî dawî ya di 22’yê hezîranê de hatiye amadekirin jî bêalî nîne û dûrî zanistê ye. Di vê raporê de jî nêrînên rêxistinên tenduristiyê hatin paşguhkirin. Biryarên ATK’ê yên derheqê Aysel Tugluk de, biryarên siyasî ne. Kesê bi nexweşiya demansê dikeve nikare bi tena serê xwe sexbêra xwe bike û di demên pêş de rê li ber encamên mayînde yên giran vedike. ATK bi domandina vê rewşê re sûc dike. Em ê dev ji teşhîrkirina vî sûcî bernedin û têkoşîna xwe ya ji bo azadiya Tugluk û girtiyên nexweş bidomînin. “

“Ji bo Aysel Tugluk li her çar aliyên cîhanê serhildan mezin dibe”

Yasemîn Ozgun, diyar kir ku Aysel Tugluk tevahiya jiyana xwe ji bo azadiya jinan derbas kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Lewma di girtîgehê de ye. Desthilatdariya mêrê serdest tehemûl nake ku di qada siyasetê de jin hebin. Bi darê darazê jî Aysel Tugluk û bi dehan siyasetmedarên jin di girtîgehê de dihêle. Bi vê yekê dixwazin jinan bêdeng bike û têxe nava çar dîwarên malê. Lê divê ev zîhniyet baş bizane ku em hebûn û dê her hebin. Ji bo Aysel Tugluk li her çar aliyên cîhanê serhildan mezin dibe. “

Yasemîn Ozgun diyar kir ku 500 roj in ji bo Aysel Tûglûk edaletê dixwazin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ji bo Aysel Tugluk hemû girtiyên nexweş daxwaza edaletê dikin.”

Daxuyanî bi çepikan xelas bû.