Êrîşên li dijî rojnamegeran di rojeva Meclîsê de ye

Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Şevîn Coşkun zext, êrîş, binçavkirin, girtin û binpêkirinên mafan ên li dijî çapemenî û rojnamegeran anî rojeva Meclîsê.

Enqere - Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Şevîn Coşkun; zext, êrîş, binçavkirin, girtin û binpêkirinên mafan ên li dijî çapemenî û rojnamegeran, ji Fuat Oktay pirsî.

Şevîn Coşkun di pêşnûnameya pirsê de bal kişand li Tirkiyeyê ser zext, êrîş û binpêkirina mafan bi awayekî tund berdewam dike û wiha got: “Hema bêje her roj rastî êrîşên fizîkî, serdegirtina malan, binçavkirin û girtinê tên. Di encama van pêkanînan de di 8’ê Hezîrana 2022’an de li Amedê 22 rojnameger ji ber xebatên xwe yên pîşeyî 8 rojan di binçavkirin de hatin girtin û 16 ji wan hatin girtin. Nameyên ji 16 rojnamegeran Serdar Altan, Mehmet Alî Ertaş û Zeynel Abîdîn Bulut ên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa D ya Amedê tên girtin, mafê wan ya ragihandin û agahî girtin hat astengkirin û bi hinceta ‘ dibe ku tiştên rêxistinî dihewîne’ hatin desteserkirin.  Di 9’emîn salvegera berxwedana Geziyê de gelek rojnamegerên ku li Stenbolê Beyoglu çalakiyê dişopandin rastî êrîşê hatin û 6 ji wan hatin binçavkirin. Bi agahî ku polîsan nûçegihanê Halk TV Erdînç Yilmaz, nûçegihanê TELE1 Engîn Açar, kameraman Umutcan Yituk û nûçegîhana Evrenselê Meltem Akyol derp kirin û dîmenên li rojnamegeran gaza îsotê hat avêtin li raya giştî hat parvekirin.”

25 rojnameger rastî êrişê hat

Di pêşnûnameya pirsê ku encamên rapora Hezîrana 2022’ an a Komelaya Rojnamegerên a Dîcle Firatê hat parvekirin de, ev agahÎ hatin parve kirin: “25 rojnamegeran rastî êrişê hat, der barê 27 rojnamegeran de lêpirsîn hat vekirin, serdegirtina malên 25 rojnamegeran çêbû, 35 rojnameger hatin binçavkirin, 49 rojnameger rastî mudaxalêya xirab hatin, 35 rojnameger di dema şopandina nûçeyan de hatin astengkirin, ji bo 4 rojnamegeran bi giştî 18 sal 6 meh û 12 roj cezayê girtîgehê hat dayîn, 76 rojnameger hatin girtin, ji bo 4 nûçeyan qedexeya weşanê hat dayîn û ji 12 nûçeyan re astengkirina gihandinê hat anîn.”

Di pêşnûmeyê de ev pirs cih girtin:

*Tevî temînara maneqanûnî, sedema astengkirina mafê agahî girtina civakê û zêdebûna zext û êrîşên li ser çapemenî û rojnamegeran çi ye?

*Ji sala 2015’an heta niha hejmara rojnamegerên rastî êrîşan hatine, hatine binçavkirin û derbarê wan de doz hatiye vekirin çend e?

*Hejmara rojnamegerên di girtîgehê de ne çend e? Ji bo berdana wan xebatek we heye?

*Di 7 salên dawî de ji ber êrîş û binpêkirinên mafan ên li dijî rojnamegeran derbarê çend kesan lêpirsîn hatiye vekirin?

*Li Tirkiyeyê ji sala 2015'an û vir ve hejmara televîzyon, radyo, rojname, kovar û malperên ku bi biryara darazê hatine girtin çend in? Di vê çarçoveyê de çend xebatkarên çapemeniyê û rojnameger bêkar man?

*Weke pêdiviyekê mafê azadiya îfade û ragihdandinê ji bo rojnameger karên xwe bi awayekê baş pêk bînin, lewra ji bo pêşî lê girtina binpêkirinên maf, êriş û pêkutiyên ku rojnameger pê re rû bi rû dimînin dê kengê xebatekê we çêbibe?