Jin kujerên Nagihan Akarsel dizanin û nas dikin

Bertekên li dijî qetilkirina Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagihan Akarsel zêde dibin. Jin û saziyên jinan sûiqastên berê hatine jiyîn bi bîr xistin û gotin: “Em vê zîhniyetê dizanin û nas dikin.”

Navenda Nûçeyan – Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, edîtora Kovara Jineolojiyê û rojnameger, nivîskar û akademîsyen Nagihan Akarsel îro li bajarê Silêmaniye yê Herêma Kurdistanê di encama sûiqastê de hat qetilkirin. Piştî qetilkirina Nagîhan Akarsel, rêxistinên jinan, rojnamevan û siyasetmedaran daxuyanî dan. Di daxuyaniyên bertek ên li ser medyaya dijîtal de, wiha hat gotin: “Em vê zîhniyetê dizanin û nas dikin.” 

Hûn nikarin pênûsê heqîqetê bêdeng bikin”

Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî qetilkirina Akarsel ev peyam parve kir: “Rêhevala me #NagihanAkarsel ji bo ku rastiya heqîqeta jinan a di tarîtiyê de mayî, ji bo ronîkirina zanyariya jinan a winda û ji bo derxistina heqîqetê bi salan e têdikoşiya. Rêhevala me îro li Silêmaniyeyê ji hêla dewleta tirk ve hat qetilkirin. Hûn nikarin pênûsê heqîqetê bêdeng bikin!” 

"Heqîqet hat hedefgirtin”

Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP) jî daxuyaniyeke nivîskî weşand û bal kişand ser xebatên Nagihan Akarsel ên di qada jinê de, nasnameya wê ya rojnameger û lêkolîner. Platformê diyar kir ku têkoşîna heqîqetê hedef hatiye girtin.

“Di encama hedefgirtina nasnameya xwe û têkoşîna wê ya heqîqetê de, Nagihan ji aliyê hêzên tarî ve hat qetilkirin. Bi êrişa li ser Nagîhanê re em careke din bû şahid bê ka ev pergal li dijî jinên kurd xwedî bêtehemûliyeke çawa ye.”

Ji bo çalakiyan banga lezgîn

Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) di daxuyaniya xwe de banga çalakiya lezgîn kir. Di daxuyaniya êriş hat şermezarkirin de wiha hat gotin: “Rejîma AKP-MHP'ê ya faşîst û çeteya xayin noker PDK, li Silêmaniyeyê endîtora Kovara Jineolojiyê Nagîhan Akarsel bi hovane qetil kirin. Ev bûyera kuştinê ji Komkujiya Parîsê heta bi qetilkirina Şukru Serhatan, Mehmet Zekî Çelebiyan, dewama sûîqestan e. Em vê êrîşa nemerdane şermezar dikin."

Dewleta Tirk a faşîst û hevkarê wê PDK, li Silêmaniyeyê êrîş birin ser pêşengên jinan ên afirînerên vê dirûşmê. Bi taybetî êrîş birin ser xeta azadiya jinê, xeta îdeolojîk a ku bingehê ji vê xetê re datîne û dike malê tevahiya jinan û mirovahiyê. Ev êrîş tevî ku parçeyek ji konsepta îmhayê ya li ser Tevgera Azadiyê ya Kurd e, di heman demê de êrîşek li dijî xeta azadiya jinê, cîhanîbûna têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd û modela jiyaneke azad, êrîşa li ser jineolojiyê ye."

Bertekên li ser medyaya dijîtal

Atolyayên Jineolojî li ser navnîşana xwe ya medyayê daxuyanî da û got: “Dewleta ku hewl dide civakbûna bi pêşengtiya jinê tune bike, rêhevala me #NagihanAkarsel ku bi salane rêya gihiştina rastiya me ya heqîqetê ronî dike, li Silêmaniyê qetil kir. Ronahî vê rêwîtiyê qet nevemire! Em hemû Nagihan Akarsel in! Hûn mehkûmî ronakbîriya me ne!”

HDP’ê di parvekirina xwe de wiha got: “Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, Akademîsyen û Rojnameger Nagîhan Akarsel li Silêmaniyê di encama êrîşeke çekdarî de hat qetilkirin. Guleyên ku li Nagihanê hatin reşandin, li têkoşîna me ya azadiya jinê hat reşandin. Em ê têkoşîna xwe ya azadiya jinê bilind bikin û ji kujeran hesab bipirsin!”

Meclisê Jinan ên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) jî qetilkirina Akarsel şermezar kir û wiha got: “Edîtora Kovara Jineolojiy û Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê #NagihanAkarsel ku têkoşîna azadiya jinê dida, li Silêmaniyeyê di encama êrişeke çekdarî de hat qetilkirin. Em vê êrişê şermezar dikin û soz didin ku dê têkoşîna azadiyê ya jinan û piştevaniyê mezintir bikin!” 

Jin bi hev re bi hêz in, Komeleya Jinê ya Rosa diyar kir ku komkujî nîşaneya hêrsa li hemberî jinan e. Ji aliyê din ve Pêşerojê Dirêsin (Women Weaving Future) jî da zanîn ku Akarsel yek ji organîzatorên konferansa jinê bû û wiha got: “Em vê êrişa bi alçaxî şermezar dikin û soza mezinkirina têkoşînê didin.” 

Yekîtiya Karkerên Komunîst a Enternasyonel jî di parvekirina xwe de wiha got: “Edîtora Kovara Jineolojiyê #Nagihan Akarsel li Silêmaniyê ji aliyê dewleta Tirk a faşîst, mêtinger û hevkarê wê PDK’ê ve hat qetilkirin. Bersiva me ji bo kesên ku difikirin ku bi komkujî û êrîşan dikarin têkoşîna jinê bidin sekinandin, vîna jinên ku têkoşîn dikin û hesap bipirsine.