Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan bang li muxalefetê kir

Pervîn Buldan a destnîşan kir ku Tirkiye topyekûn di bin tecrîdê de ye, wiha got: “Em jin dê bi ser kevin. Dê dirûşma jin, jiyan, azadî li hemû cîhanê belav bikin.” Pervîn Buldan di hemam demê de bang li muxalefetê kir.

Enqere - Hevserokê Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan di civîna Koma Meclisê de, geşedanên têkildarî rojeva Tirkiyeyê nirxand. Xizmên girtiyan ên Stenbol, Amed, Îzmîr û Wanê jî tev li Koma HDP’ê bûn. Dayika Denîz Poyraz a li avahiya Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê ji aliyê kiryar Onur Gencer ve hat qetilkirin Fehîme Poyraz, dayikên Aştiyê ên ji bo balê bikişînin ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Amedê di Nobeda Edaletê de ne û gelek kes beşdarî Civîna Koma Meclîsê bû.

Ger edalet hebûna niha dê bijiyan

Pervîn Buldan bi bîr anîna qetilkirina Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagihan Akarsel a di encama sûiqastê de dest bi axaftina xwe kir. Pervîn Buldan qetilkirina rojnameger Nagîhan Akarsel şermezar kir û ji malbata wê re sersaxî xwest. Pervîn Buldan bal kişand ser bêhiqûqiyên li girtîgehan tê jiyîn û da zanîn ku di 9 mehên dawî de 63 girtî li girtîgehên cuda jiyana xwe ji dest dane.

“Di nava wan de girtiyên nexweş jî hebûn û yên bi îşkenceyê hatin qetilkirin jî hebûn. Heke li vî welatî edalet hebûna, îro Garîbe Gezer, Ferhan Yilmaz, Bazo Yilmaz, Abdulrezzak Şuyur, Halîl Guneş, Vedat Erkmen, Bangîn Muhammet û yên din jî niha dê bijiyan. Lewma edalet weke nan û avê girîng e. Lewma têkoşîna dayikan, têkoşîna jiyanê ye.” 

Welat di bin tecrîdê de ye”

Pervîn Buldan bi domdarî got ku ji bo rewşa girtiyan dê di demekî herî nêz de bi wezîrê dadê re hevdîtinê bikin û wiha pê de çû: “Her wiha dê koma me pêşnûmeyekê bide û bixwaze ku komîsyoneke lêkolînê bê avakirin. Banga min li parlamento û muxalefetê ew e ku werin em bi hev re di zûtirin demê de vê komîsyonê ava bikin. Bi vê yekê re hem dest li qewimînên li girtîgehan werdin û hem jî pêşî li ber mirinên derhiqûqî bigirin. Em ê bi tu awayî nehêlin ku heqîqeta girtîgehan were jibîrkirin. Bêguman li navenda vê tarîtiya li ser girtîgeh û tevahiya welêt, pergala tecrîdê heye. Tecrîda girankirî ya li ser birêz Ocalan, weke polîtîkaya AKP-MHP’ê ya ji bo pêşîlêgirtina demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên muzakereyan e. Tecrîda behsa xeberê tenê bi Îmraliyê re bisînor nîne. Tevahiya welêt, civak, edalet, hiqûq, mafên mirovan û azadî di tecrîdê de ne.”

Êrişên li dijî Herêma Federal a Kurdistanê

Pervîn Buldan, diyar kir ku bi nêzbûna hilbijartinê re destilatdarî ji bo ku xwe li ser pêyan bigire, êrişên xwe yên li ser Herêma Federal a Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di êrişên li dijî Rojava de sivîl, zarok û jin jiyana xwe ji dest didin. Anku sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin. Li kîjan deverê derfeteke aştiyê hebe, ji bo ku wê derê xerab bikin ya ku ji dest tê dikin. Ji ber ku pêdiviya qesrê bi şer heye. Lê hûn çi dikin bikin, dê nekarin xwe ji vê rewşê xelas bikin. Hûn dê nekarin baweriya gel bi polîtîkaya şer bi xwe bînin. 

“Em ê desthilatdariyê têk bibin û aştî dê bi ser keve”

Banga min ji bo raya giştî ev e; guh nedin vê siyaseta şer a desthilatdariyê ku hebûna xwe bi alozî û krîzan didomîne. Ji bo nixûmandina têkçûna aborî û nelirêtiyên xwe, dê serî li her cureyekî kompasan bidin. Divê kesek nekeve van xefikên desthilatdariyê. Em ê desthilatdariyê têk bibin û aştî dê bi ser keve. Divê em niha hîn bêhtir li dijî şer û tecrîdê derkevin û têbikoşin. 

Bang li muxalefetê kir 

Banga min ji bo muxalefetê ye; li dijî polîtîkayên şer ên desthilatdariyê bêdeng nemînin da ku çerxa wan a nelirêtî û rantê negere. Hinek bicisaret bin. Xwedîderketina li polîtîkaya aştiyê, xwedîderketina li welêt, jiyan û diyaloga di navbera gelan de ye. 

“Em ê dê bi ser kevin dirûşma jin jiyan azadî li hemû cîhanê belav bikin” 

Jinên hêja yên ku bi mûyekî pora xwe cîhanê dihejînin; hêza herî mezin em in. Ne yekzilam lê em dê bi ser kevin! Jiyana azad û wekhev em ê bi hev re ava bikin. Berxwedanên jinan ên ji bo Jîna Amînî mezin dibin, dengê meşa guherînê ye. Ev berxwedan, ji bo têkoşîna hemû jinan bûye çavkaniya hêviyê. Em ê sala 2023’yan diyar bikin. Tu pergaleke ku me erê nekirî dê nekare bi ser keve. Em jin dê bi ser kevin. Dê dirûşma jin, jiyan, azadî li hemû cîhanê belav bikin.