'Jin Jiyan Azadî' 122 roj in li kolanan deng vedide

Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li seranserê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dest pê kir, 122 roj in didome. Hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê ji bo tepisandina vê serhildanê êrîşên xwe berdewam dike.

Navenda Nûçeyan -  Serhildana gelên Îranê ku piştî qetilkirina Jîna Emînî ya 22 salî li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dest pê kir, di 122’emîn de didome. Hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê, ji bo tepisandina vê serhildanê ku bi pêşengtiya jinan 4 meh in bê navber didome, li dijî çalakvanan binçavkirin, girtin, cezayên girtîgehê, perê û darvekirinan çalakvanan ceza dike. Lê rûxmê ev kiryarên hikumeta Îranê jî gel kolanan naterikîne.

Duh bi şev li 8 navçeyên bajarê Tehranê welatiyan li ser balkon û serbanên avahiyan dirûşmeyên li dijî desthilatî û rewşa xirab a jiyanê berzkirin û destnîşankirin ku heta digihijin armanca xwe wê çalakiyên wan berdewam bin.

Heman demê de xwendevanên zanîngehê bi çalakî û bi berzkirina dirûşmeyan hêrsa xwe ya li dijî desthilatiya Komara Îslamî nîşandan.

Her wiha li bajarên weke Zencan û Mahşehîr karkeran grev kirin û li dijî şert û mercên karkirinê û pêkneanîna daxwazên wan nerazîbûnên xwe anîn ziman.

Li Rojhilatê Kurdistanê jî hewlên hêzên dewleta Îranê yên ji bo girtina çalakvan û xwepêşanderan berdewam bû. Duh nasnameya 50 kesên ku di nava hefteyên borî de li Ciwanro hatîn girtin, hat belavkirin. Heman demê de li bajarên Sine, Seqîz, Dêwlan, Bokan û gelek bajarên din pêngavên dewletê yên ji bo girtina çalakvanan berdewam e.

Li gel girtin û binçavkirina welatî û çalakvanan, sepandina cezayên hîn girantir li ser çalakvan û xwepêşanderan her ku diçe zêdetir dibe. Duh jî nav û cezayê komek din xwepêşanderan hat ragihandin.

Çalakvana civaka sivîl Meysam Wahedî hat girtin

Meysam Wahedî di daxuyaniyekê de li ser hesaba xwe ya Twitterê ragihand ku hêzên ewlehiyê avêtine ser cihê karê xwîşka wê Mahya Wahedî ku endama çalak ya Cemaeta Îmam Elî ye û dema Mahiya hatiye girtin, dest danîne ser alavên wê yên elektronî.

Cemaeta Îmam Elî ya ku beriya demekê ji aliyê dadweriyê ve hat betalkirin û beriya ku were belavkirin ji bo alîkariya zarok û malbatên feqîr kar dikir, da zanîn ku di nav rêveberên wê de zarok jî hene.

Zohreh Rehmanî bi kefaletê hat berdan

Çalakvana civaka sivîl a ji bajarê Banê Zohreh Rehmanî piştî 9 rojan navenda binçavkirinê ya ewlehî ma, bi kefalet hat berdan.

Tê diyar kirin ku Zohreh di 7’ê Çile de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye revandin. Zohreh 36 salî ye û du zarokên wê hene.

Heta niha der barê sûcdariyên li hemberî hemwelatî de tu agahî nehatin bi dest xistin. Li hemû bajarên Îran û Kurdistanê binçavkirinên berfireh bêyî biryara darazê berdewam dikin û heta niha bi hezaran kesên ku di nava van de jin û ciwan jî hene, hatin girtin.