Leşkerên Tirk destdirêjiyê li jinek penaber kir: Ev veguherî rewşek bipergalî

Parêzera ÎHD'ê Dersîm Erîşen ya der barê jineke penaber a ji Afganîstanê li Wanê rastî tecawîza leşkerên Tirk hat de axivî, diyar kir ku li Tirkiyeyê binpêkirinên li dijî jinên penaber veguheriye rewşek bipergalî.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Wan - Polîtîkayên şer ên salên dawî her ku diçe li Rojhilata Navîn zêde dibe, bû sedema koçberkirina bi mîlyonan mirovan. Rawestgeha ewil ya ji bo kesên ku ji welatên wek Îran, Afganîstan, Pakistan û Sûriyê koç dikin jî Tirkiye dibe. Penaberên ku piştî Talîbanê li Afganîstanê rêveberî bidestxist, bi taybetî dixwazin li ser Îranê derbasî Tirkiyeyê bibin, bi gelek binpêkirina mafên xwe re rû bi rû dimînin. Li sînorên Wanê ku ji ber şert û mercên zivistanê gelek penaberan jiyana xwe ji dest didin, piraniya jin û zarok jî ji aliyê polîs, leşker û memûrên dewletê ve rastî tacîz, heqaret û tecawizê tên.

‘Bûyera L.M. ne bûyerek yekcarî ye’

Mînaka vê ya dawî jî rojên borî hat jiyîn. Jina Afgan a bi navê L.M. ku dema xwest ji navçeya Sarayê ya Wanê sînor derbas bike jî aliyê leşkeran ve hat girtin û hat xwestin bi awayekî bêhiqûqî were dersînorkirin, rastî tecawîza 2 leşkeran hat. 2 bersûcên tecawizê yên ku piştî ferqkirina bûyerê ya leşkerên din ên li wir ve hatin girtin, piştî teşhîsa L.M. hatin girtin û şandin girtîgehê. Ji dosyayê re biryara nepenîtiyê hat dayîn. Endama Komîsyona Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê Parêzer Dersîm Erîşen diyar kir ku pêvajoya hat jiyîn veguheriye rewşek bipergalî û balkişand çawa bûyera hat jiyîn ne ne bûyereke yekcarî ye, bûyina kiryaran ya leşker jî ne bûyerek balkeş e.

‘'Li dijî penaberan zimanê nefretê tê honandin’

Dersîm Erîşen a diyar kir divê wek pirsigrêka wêranker a şer penaberbûyîn were dest girtin û destnîşan kir ku divê ev rewş wek pratîka îktîdara serwer ê mêr yê ku li ser neteweperestî û zayendperestiyê vediguherîne sazîkirin bê dîtin. Dersîm Erîşen, balkişand ku binpêkirinên mafan ên penaberan dijîn bi gotinên nefretê jî tê honandin û wiha got: “Pêkanîn dijmirovahî ya ku mirovên ji mirin, tundî, talankirin û tecawîzê direvin li ser sînoran dijîn, nîşaneya feraseta xemîneta şer dîtina hikûmetê ya ku penaberan bi taybetî jî jin û zarokan e. Tiştên penaberên ku wek mirov nayên dîtin û rastî her cure cudakarî tên, her roj bi destê îktidar, dewlet û medyayê ve bi zimanê nefretê tê honandin.”

'Ne balkeşe ku kiryar hêzên dewletê ne'

Dersîm Erîşen, da zanîn ku bûyera tecawîzê yê ku hat jiyîn ne bûyerek yekcarî ye û diyar kir bi biryara nepenîtiyê ya ji dosyayê re hatiye dayîn re tê armanckirin ku rastî ji raya giştî were veşartin. Dersîm Erîşen, anî ziman ku di piraniya dosyayên ku hêzên dewletê weke kiryar cih digrin de bi biryara nepernîtiyê re rû bi rû dimînin, doza Îpek Er a ku piştî ji aliyê çawîşê pispor Musa Orhan ve rastî tecawîzê hat, ber bi întîharê ve hat birin bi bîr xist. Dersîm Erîşen di berdewamiya axaftina xwe de wiha axivî: “Piştî ku bûyera hat jiyîn li raya giştî belavbû, Serokatiya Baroya Wanê ji bo şopandin û lêkolîna dosyaya me1 bi dozgeriyê re hevdîtin pêk anî, lê dozgeriyê da zanîn ku di dosyeyê de biryara nepenîtiyê tê pêkanîn. Ji bo pêşîgirtina bûyerên bivî awayî divê lêpirsîn bi bandor bên meşandin, polîtîkayên bêcezahiştina kiryarên biunîforma û polîtîkayên gelemperî yên koçberiyê bên bi dawî anîn.”

'Jin baweriya xwe ji saziyên fermî re naynîn’

Dersîm Erîşen a got bi taybetî jinên penaber rastî binpêkirina mafên ên cidî tên, bal kişand ku jinên baweriya xwe bi saziyên fermî naynin, gelek caran tecrubeyên bûyera dijîn nikarin bînin li ser ziman. Dersim Erîşen der barê mijarê de ev agahiyan da: “Jinên penaber ne tenê di dema xwe spartin de, beriya û piştî xwe spartinê jî rastî tundiya zayendî tên. Rewşa ku li ser bingeha bedkariya ji şer revîne pêşdikeve, di heman demê de encama ne dîtina jinê weke kirdeya mafan e. Jinên ku di lêgerîna cihêk nû de ne, piştî êrîşa zayendî ya rû bi rû tên di serlêdana li mekanîzmayên darazê de pirsgirêkên mezin dijîn. Hem tirsa paşve zivirandinê dijîn û hem jî baweriya wan ya çareserkirina pirsgirêkê ya dewletê nîne. Ji ber vê sedemê cesaret nakin serlêdanê bikin û di ragihandina bûyerên tecawîzê de bê xwest in. Jinan ji ber sedemên netêrkêrbûn û astengkirina gihandina mekanîzmayên serlêdanê, nikarin zarokên xwe ji biparêzin.”

'Polîtîkayên ewlekar binpêkirinên nû diafirîne’

Dersîm Erîşen bang kir ku divê dewlet û saziyên wî bi nêzîkatiya mafdar nêzî bûyerên tên jiyîn bibin û wiha axivî: “Dewlet pirsgirêka penaberan di polîtîkaya hundir û derve de veguherinek amûr û di qada navneteweyî de tîne rewşa hemana tehdît e. Ji ber ku dewlet bi gelmeperî ji nêzîkatiyên bingeha maf durdikeve û polîtîkayên ewlekar tercîh dike, wek pêşî negirtin wan bûyeran, dibe sedema derketina qadên nû yên binpêkirinê. Wek encamên sûd negirtina ji mafên destûra bingehîn, tundiya li ser jinê, êrîşa zayendî, binpêkirina maf ya li dijî zarokan, êrîşên nefretê û astengiyên li pêşiya gihandina edaletê ku hat tespîtkirin bi gelemperî tên jiyîn derdikeve holê.”