Jin ji bo têkoşîneke kolektîf a li dijî qeyranên piralî dibin yek

80 Jinên ku bi bangewaziya "Em bi hev re ne, em behsa pêşerojê dikin" derketin rê, di 31’ê Cotmehê û 1’ê Mijdarê de li Enqereyê konferansek li darbixin. Akademîsyen Yıldız Onen ragihand ku armanca wan ew e jinên ji hemû qadên têkoşînê bînin cem hev.

ELÎF AKGUL

Stenbol – Di nava krîz, şer û tepeserkirina siyasî ya li cîhan û Tirkiyeyê de, di sala sêyemîn a pêvajoya çareserkirina pirsgirêka Kurd û demokratîkbûnê de, 80 jin li Enqerê bi banga "Em Bi Hev Re Rawestin, Em Li Ser Pêşerojê Diaxivin" dicivin. Piştî daxuyaniya ku di 21’ê Îlonê, Roja Aştiyê ya Cîhanê de hat weşandin, jin bi armanca beşdarbûna 500 jinan dê di navbera 31’ê Cotmehê û 1’ê Mijdarê de konferansek li dar bixin.

Di konferansê dê wê li ser mijarên ji hemwelatîbûna wekhev, azadî û demokrasiyê bigire heya îstismara kedê, wekheviya zayendî, wêrankirina ekolojîk û aştiyê nîqaş bê meşandin. Konferans dê bi panelên destpêkê yên roja şemî û yekşemê dest pê bike. Rûniştinên duyem û sêyem ên herdu rojan dê ji bo forumên ku beşdar tê de biaxivin û nîqaş bikin, bên veqetandin.

‘500 jin di navbera 31’ê Cotmehê û 1’ê Mijdarê de li Enqerê kom dibin’

Yildiz Onen, akademîsyenek û yek ji jinên ku ev bangewazî dane destpêkirin e. Yildiz, sedema hatina wan a cem hev, bername û şêwazê konferansê bi ajansa me re rave kir. Yildiz Onen bi bîr xist ku di 21’ê Îlonê, Roja Aştiyê ya Cîhanê de deklarasyonek ku ji hêla 80 jinan ve bi dirûşmeya 'Em li kêleka hev radiwestin, em ê pêşerojê bi hev re ava bikin' hatibû îmzekirin. Yildiz da zanîn ku ev vexwendinek e ji bo konferansa ku ewê di navbera 31’ê Cotmehê û 1’ê Mijdarê de li Enqerê li dar bixin û wiha got: “Pirsa herî pir tê kirin ev e; Ev partî ye, platformek e, komeleyek e, an weqfek e? Em hîn ne avahiyek in ku van rewşan nîqaş bikin. Niha, em bi tenê û tenê bi hev re konferansê li Enqerê ava dikin.”

‘Bi rastî cîhan di rewşeke kaosê de ye’

Yildiz Onen balê balkişand ser dijwariya di seranserê cîhanê de tê jiyîn û got, “Em hem li cîhanê û hem jî li Tirkiyeyê di serdemeke pir dijwar re derbas dibin.”Yildiz Onen diyar kir ku ew di vê serdema krîzên piralî ku cîhan niha pê re rûbirû ye de, ji bo dîtina çareseriyekê li hev civiyane û wiha pê de çû: “Ew jê re dibêjin krîzeke piralî. Bi krîzeke aborî dest pê kir, bi krîzeke siyasî berdewam kir; jeopolîtîk, ekolojîk, hemû di carekê de. Cîhan bi rastî di rewşeke kaosê de ye. Li gorî Bernameya Daneyên Nakokiyên Uppsala, di sala 2025’an de 65 pevçûnên ku dewlet tevlî bûne, pêk hatine. 13 ji vana mîna şerên ku zêdetirî hezar kes tê de mirine tên pênasekirin û bi sed hezaran kesan jiyana xwe ji dest dane têne. Ev 65 pevçûn ji sala 1946’an vir ve rekorek in.”

‘Em hewceyî demokrasiyê ne’

Yildiz Onen di nava gotinên xwe de balkişand ser rewşa Tirkiyê û krîzên tên jiyîn û gotinên xwe wiha domand: “Tirkiye ji vê cîhanê ne qut e û ne serbixwe ye. Em hemû krîzên ku min li vir behs kirin yek bi yek dijîn. Her sibeh em bi êrîşeke nû şiyar dibin. Em bi girtina Halk TV’yê şiyar bûn. Di 12’ê Îlonê de, tam di salvegera darbeyê de, em bi êrîşeke li dijî kesên LGBTQ+ şiyar bûn, ev yek jî tevahî êrişên wê darbeyê ji nû de dike hişê mirovan. Di demekê ku krîzên awarte bandorek kûr li jiyana me ya rojane dikin de, em wekî jin, hatin ba hev da ku van hemû pirsgirêkan bi hev re nîqaş bikin, çareser bikin û bi hev re li çareseriyan bigerin.”

Yildiz anî ziman ku li Tirkiyeyê zextek mezin heye û ev zext li ser jinan, li ser kesên LGBTQ+ tê meşandin. Lewra wiha domand:“Min çend roj berê li cîhekî dît; tenê di mehekê de, nêzîkî 40 kedkarên medyayê hatine binçavkirin û hin ji wan hatine girtin. 80 endamên komeleya LGBTQ+, ku ji bilî endametiya komeleya xwe ti berpirsyariyek wan tunebû, hatin girtin. Kes êdî nizane ka çend şaredarî di destê Partiya Nû de ne, piraniya wan hatine girtin. Bo mînak roja din, yek ji girtinên destpêkê, girtinên ‘Lihevkirina Bajaran’, bi beraetkirinê bi dawî bû. Ji ber vêya mirov tên girtin û dikevin girtîgehan û piştre tên beraetkirin. Ji ber vê yekê, em di serdemekê de ne ku em bi tundî hewceyê demokrasiyê ne.”

Rol û ezmûna jinan a di pêvajoya aştiyê de

Yildiz Onen tekez kir ku jin di pêvajoya çareserkirina pirsgirêka Kurd û demokratîkbûnê de aktorên girîng in û wiha domand: "Digel vê yekê, pêvajoyeke aştiyê jî heye. Em dibêjin 'pêvajoya aştiyê dest pê kiriye', lê di van du salan de me çend gav avêtine jî nîqaşeke pir girîng e. Em pêvajoyên aştiyê dizanin: ev ne pêvajoyên ku tenê bi danîna çekan çareser dibin an jî bi dawî dibin. Berdana çekan gava yekem e. Piştî vê gavê, bi dehan gav hene ku bên avêtin heta ku aştiya civakî pêk bê.

Ji bilî vê, pêvajoya aştiyê jî heye. Em dibêjin ‘pêvajoya aştiyê dest pê kiriye’, lê di du salên borî de çiqas pêşketin çêbûye xalek girîng a nîqaşê ye. Em dizanin ku pêvajoyên aştiyê tenê bi danîna çekan bi dawî nabin. Her çend danîna çekan gava yekem be jî, bi dehan gav hene ku divê bên avêtin heya ku aştiya civakî pêk bê. Mînakên ji deverên cûda yên cîhanê nîşan didin ku civakîbûna aştiyê pêvajoyek pir dirêjtir û nakoktir e ji danîna çekan. Heta di mînakên wekî Îrlanda, Welatê Bask û Efrîqaya başûr de jî, hîn jî pirsgirêkên çaresernekirî hene. Ji ber vê yekê, gelek gav hene ku divê bên avêtin, hem ji bo pêşxistina demokrasiyê û berfirehkirina qada siyasî ya teng dibe û hem jî ji bo civakîbûna pêvajoya aştiyê.”

‘Em dixwazin ji vê azmûnê sûd bigrin’

Yildiz Onen di nava gotinên xwe de qala ezmûn û jêhatîbûna jinan a di hêla vê mijarê de kir û wiha rave kir: “Ji salên 1980’an vir ve, li Tirkiyeyê tevgereke jinan heye ku dikare ji bo cîhanê bibe mînak. Koalîsyon û rêxistinên jinan hem li dijî tundiya navmalî û hem jî ji bo bidestxistina wekheviya civakî têkoşînên girîng dimeşînin. Em dixwazin ji vê ezmûnê sûd bigirin. Wekî ku me di deklarasyona xwe de tekez kir, bê edalet aştî, bê aştî demokrasî, bê demokrasî wekhevî û bê wekhevî azadî nabe. Em, wekî jinên ji paşxaneyên siyasî yên cûda, ji bo bidestxistina van pênc nirxan di heman demê de hatine cem hev. Em bawer dikin ku heke em dixwazin gavên ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd, pêşxistina demokrasiyê, parastina jinan ji tundiya mêran û dewletê û gelek mijarên din bavêjin, divê em pêşî nîqaş bikin û biaxivin û dûv re bi hev re gavên berbiçav bavêjin. Ji bo vê armancê, me bangek ji bo konferansekê weşand.”

Bandora krîza aborî ya li ser jinan

Yildiz Onen diyar kir ku wan di konferansê de bernameyek amade kirine ku jinan di her qada têkoşîna civakî de bigire nav xwe û wiha pê de çû: “Em ê bernameya konferansê bi mijarên hemwelatîbûna wekhev, azadî, wekhevî û demokrasiyê dest pê bikin. Piştre em ê li ser çawaniya têkoşîna li dijî îstismara kedê û wêrankirina ekolojîk biaxivin. Di civakê de nêzîkatiyek heye ku bawer dike ku hemû pirsgirêk dikarin bi tenê bi mîsogerkirina wekheviya jinan bên çareserkirin. Em li dijî sînordarkirina jinan tenê bi vê qadê ne. Jin jî ji krîzên piralî yên ku min behs kirin bi qasî her kesî, an jî, ez bawer dikim, du qat zêdetir bandor dibin. Bi taybetî xizanî barekî mezin dide ser milê jinan. Ji ber vê yekê, em ê li ser tiştên ku em dikarin bi hev re di van waran de bikin jî nîqaş bikin.

Nivîsa ku di The Economîst de hatiye weşandin

Di gotareke dawî ya rojnameya The Economîst de hat gotin ku her çend jin di salên 1980’an de ji bo kar zehmetiyan dikişandin jî, îro ew ji bo zewacê û bûyîna jinên malê zehmetiyan dikşînin. Li pişt vê rewşê pirsgirêkek cidî ya aborî heye. Ez bawer dikim ku em ê di konferansê de derfet bibînin ku li ser vê mijarê nîqaş bikin. Di salên 1980 û 1990’an de, karmendjya jinan hem li seranserê cîhanê û hem jî li Tirkiyeyê, bi taybetî di sektora xizmetê û warên din de, zêde bû. Jinan kar dîtin, beşdarî hêza kar bûn û debara xwe û malbatên xwe kirin. Lê belê bi krîzên aborî re, wekî ku bi taybetî li Tirkiyeyê diyar bû, jinan dest bi îxrackirinê kirin an jî neçar man ku bi mûçeyên pir

kêmtir bixebitin. Vê rewşê şiyana jinan a dabînkirina debara malbatên xwe bi girîngî sînordar kir. Nivîsa ku di The Economîst de hatiye weşandin bandora krîza aborî li ser jinên karker nîqaş dike. Em ê di konferansê de li ser vê mijarê jî nîqaş bikin.”

Armanc, şêwaz û pêşeroja konferansê

Yildiz Onen tekez kir ku mijara herî girîng a konferansê "aştî" ye û diyar kir ku nûnerên ji partiyên siyasî yên cûda wê werin ba hev. Yildiz wiha domand: “Wekî ku hûn dizanin, yasa bi piştgiriya gelek partiyên siyasî, ku nêzîkî ji sedî 90 kursiyên Parlamentoyê temsîl dikin, hate pejirandin. Lê belê, me hîn nedîtiye ku yasa ketiye meriyetê û rêziknameyên yasayî hatine bicîhanîn. Em dixwazin bi nûnerên partiyên siyasî re nîqaş bikin ka di avakirina aştiyê de berpirsiyariyên ku dikevin ser milê Parlamento, partiyên siyasî û em dikarin di vî warî de çi bikin. Ez dibêjim 'konferans', lê dibe ku 'forûm' rasttir be. Ji ber ku şêwazê wê dê ji konferansên ku em dizanin cuda be. Armanca me ew e ku beşdariya 500 jinan misoger bikin. Roja Şemî û Yekşemê panelên vekirinê dê hebin. Lê belê, rûniştinên duyemîn û sêyemîn ên her du rojan dê bi tevahî rûniştinên ku beşdar tê de diaxivin û nîqaşan dikin bin. Em ê di van foruman de mijarên wekî îstismara kedê, wekheviya zayendî, wêrankirina ekolojîk û çawaniya avakirina aştiyê nîqaş bikin.”

‘Em dixwazin nîqaş bikin ka em dikarin di vê serdema nû de çi bikin’

Yildiz Onen diyar kir ku armanca sereke ya konferansê "axaftin" e û got ku ew ê bi anîna cem hev a têkoşînên jinan a di warên cûda de, nexşerêyek biafirînin. Lewra wiha got: “Axaftin girîng e. Hem 80 jinên ku danezan îmze kirine û hem jî 500 jinên ku dê beşdarî forûmê bibin. Her çiqas gelek ji wan jinan di gelek warên cuda de şer dikin jî, hin ji wan jinan jî, tenê di yek alî de şer dike pêk tê.”

Yildiz balkişand ser rê û rêbazên têkoşîna bê meşandin û wiha şîrove kir: “Bi anîna cem hev a têkoşînên di warên cuda de wekî jin, em dixwazin nîqaş bikin ka em dikarin di vê serdema nû de çi bikin da ku aştiya civakî misoger bikin û li dijî xizanî, newekhevî û zordariyê bi mafên demokratîk şer bikin. Ev gaveke yekem e. Dibe ku piştî vê yekê em xebata xwe li ser asta herêmî bidomînin, dibe ku em însiyatîfên din jî bikin. Lê belê, gavên din dê ji hêla nîqaşên di navbera jinên beşdar ên forumê de bên destnîşankirin.

Me di demek pir kurt de, di nav du-sê hefteyan de, ji 80 jinan îmze berhev kirin. Bi rastî, di roja ku me deklarasyon ragihand de zêdetirî 80 îmze hebûn, lê me hejmar li ser 80 hişt da ku heke 500 kes beşdar bibin, em bikaribin hemû navan di carekê de ragihînin. Niha em di navbera xwe de dicivin da ku nîqaş bikin ka em çawa forumê organîze bikin. Ji ber ku beşdarbûna her kesî pir girîng e. Mixabin, formata giştî ya civînan li Tirkiyeyê bi piranî ji axaftina mêran pêk tê, heta di 8’ê Adarê de jî mêr mafê axaftinê digirin û jin qet nikarin biaxivin. Em dixwazin ji vê formatê veqetin. Armanca me ew e ku em hawîrdorek biafirînin ku her beşdar bikaribe xwe îfade bike, ku jinên ji warên cûda, ji ekolojiyê bigre heya çalakiyên LGBTQ+, bikaribin bi hev re biaxivin.”

Yildiz Onen diyar kir ku ew plan dikin li Amed, Wan û Stenbolê jî konferansan li dar bixin û got, “Dirûşma me ya sereke ev e; Em ê nehêlin siyaset bêyî jinan bidome.”

Zêdebûna otorîterîzmê û têkoşîna jinan

Yildiz Onen bal kişand ser zêdebûna polîtîkayên leşkerî û şer ên serokên mêr, rastgir û otorîter. Yildiz da zanîn ku: "Mixabin, bersiva serokên mêr, rastgir û otorîter ên li cîhanê û li Tirkiyeyê li hember gelek krîzan, bêtir leşkerîkirin, bêtir pevçûn û bêtir şer e.

Berovajî vê, axaftina li ser aştiyê, xurtkirina yekîtiyê û baştirkirina hevkariyê wekî tiştek 'tenê ji bo jinan' tê dîtin û jin ji van pêvajoyan têne dûrxistin. Em di demekê de dijîn ku Trump Emrîka û cîhanê birêve dibe. Helwesta wî ya li hember endamên medyayê û rojnamevanên jin eşkere ye. Pêvajoyek bi heman rengî li Tirkiyeyê jî diqewime. Li hejmara jinan li parlementoyê, di rêveberiya partiyên siyasî û di zanîngehan de binhêre. Li her derê ku em lê binêrin, ji bilî çend partiyan, em di asta rêveberiyê de û yên ku dikarin xwe di siyasetê de îfade bikin pir kêm jinan dibînin. Em hewl didin ku deriyên ku di vî warî de ji me re girtî ne vekin.”

Yildiz Onen girîngiya hevgirtin û pirrengiya di nava jinan de anî ziman û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Bê guman, jin li hev dicivin û di gelek waran de têkoşînên hevpar didin. Lê li vir, jinên ji paşxaneyên cûda li hev dicivin. Yên ku di warê ekolojiyê de şer dikin, yên ku di warê aboriyê de dixebitin, yên ku ji bo wekheviya zayendî şer dikin û yên ku ji qadên cuda tên hemû beşdarî vê civînê dibin. Ez vê yekê wekî yekem ezmûna jinan dibînim ku ewqas komên cûda li hev civiyane.”