‘Bi êrîşên li ser gorên şehîdan nikarin îradeya me bişkînin’

Rêvebera Saziya Malbatên Şehîdan Cîhan Gulo destnîşan kir ku êrîşên li ser gorên şehîdan û wêneyên wan ne tenê li ser nirxên pîroz ên civakê ne, hewldanek e ji bo şikandina îradeya malbatên şehîdan e.

NEXEM ÇAÇAN

Qamişlo – Zêhniyet, fikir, nêrîna siyasî yan jî baweriya kesekî/kê çi dibe bila bibe, rêzgirtina li gora wî/wê berpirsiyariyeke mirovî û exlaqî ye. Di Quranê de Sûreya Îsra, ayeta 70’yan de, behsa rûmeta ku ji mirovahiyê re hatiye dayîn dike. Ev rêgez bingeha rêzgirtina ji bo rûmeta mirovan ava dike. Divê tu ol an bawerî wekî hincet ji bo binpêkirina rûmeta mirovan neyê bikaranîn. Baweriya rastîn ne di xurtkirina nefretê de ye, di parastina wijdan, rêzgirtina li êşê û parastina nirxên hevpar ên mirovahiyê de ye.

Gorên şehîdan dibe ku bên hilweşandin, wêneyên wan bên rakirin lê bîranîn û nirxên ku ji bo wan canê xwe dane nayên tunekirin. Êrîşên li ser gor û wêneyên şehîdan ne tenê binpêkirin û bêrêziya li dijî wan e hewldanek e ji bo hedefgirtina bîranînên wan û birîndarkirina malbatên wan e.

Di 16’ê Cotmehê de li Helebê destdirêjî li Pakrewangeha Şêxmeqsûd hatibû kirin. Rêvebera Saziya Malbatên Şehîdan Cîhan Gulo, der barê binpêkirinên li dijî wêne û gorên şehîdan de ji ajansa me re axivî.

Cîhan Gulo bal kişand ser binpêkirinên ku li dijî wêne û gorên şehîdan tên kirin û wiha got: “Dema ku êrîşî gorên şehîdan dikin, di heman demê de êrîşî nirxên me yên pîroz jî dikin. Dema ku tê gotin gorên şehîdan hatine xerabkirin, em weke dayîkên şehîdan pir bi bandor dibin. Em van bûyeran bi tundî şermezar dikin. Eger ev tişt bi navê misilmaniyê tê kirin, ez wê têgihîştina misilmaniyê şermezar dikim. Di dîrokê de di serdemên pêxemberan de jî tu misilmanek nikaribû destê xwe bide ser gorên kesên din û wan binpê bike.”

‘Şehîd di dilê dayikên xwe de dijîn’

Cîhan Gulo destnîşan kir ku bi êrîşên li ser gorên şehîdan nikarin îradeya wan bişkînin, da zanîn ku ev yek nîşan dide ji hêz û nirxên şehîdan çiqas ditirsin û wiha berdewam kir: “Di goristanên her bajarê de parçeyek ji me hene. Ev binpêkirin dê tu carî baweriya me neşkînin, ji ber ku şehîd li cem Xwedê ne û di dilê dayîkên xwe de dijîn. Heta dawiyê em ê ji bo parastina gorên şehîdan li ser piyan bimînin.”

‘Em ji rêxistina xwe bawer in’

Cîhan Gulo diyar kir ku armanc bi van binpêkirinan ew e ku îradeya civakê û malbatên şehîdan bişkînin û baweriya wan a bi rêxistinê lawaz bikin, da zanîn ku bi van kiryaran dê nikaribin rê li ber berdewamkirina xebatên wan bigrin û wiha pê de çû: “Armanc bi van binpêkirinan ew e ku îradeya civakê û malbatên şehîdan bişkînin. Lê em ji rêxistina xwe bawer in û ev yek dê tu carî nebe asteng li pêşiya me, em kar û xebatên xwe bidomînin. Ji ber ku em dizanin şehîdên me ji bo nirxên pîroz û azadiyê canê xwe feda kirine. Helbet, şehîd li ku derê bin, ew cih ji me re cihê rûmet, pîrozî û serbilindiyê ye.”

‘Parçeyek ji kezeba min jî di van goristanan de ye’

Cîhan Gulo da zanîn ku êrîşên li ser gorên şehîdan ji bo dayîk û malbatên wan êşeke kûr û giran diafirînin û wiha bilêv kir: “Ez weke dayîka du şehîdan, van bûyeran gelek bi êş dibînim. Ev kiryar ji bo me wekî dayîkên şehîdan birîneke kûr in, em bi bawerî û bi îradeyeke xurt li wan dinêrin, ji ber ku parçeyek ji kezeba min jî di van goran de ye. Rast e ev êşeke mezin e lê ev kesên hov û DAIŞ’î tu carî nikarin nirxên şehîdan hîs bikin û wateya fedakariya wan fam bikin. Lê em ê heta dawiyê li ser ramanên Rêber Apo bisekinin û şopdarên riya şehîdên xwe bin.”

‘Em ê nirxên şehîdan biparêzin’

Cîhan Gulo bang li malbatên şehîdan, gaziyan û malbatên welatparêz kir ku li hemberî van kiryaran bêdeng nemînin û wiha domand: “Malbatên şehîdan, gaziyan û malbatên welatparêz ku ji destpêka Şoreşê ve di nava kar û xebatan de ne, her dem li pişta nirx û destkeftiyên şoreşê rawestiyane. Ji ber vê yekê, pêwîst e em îro jî li pişt gorên şehîdan bisekinin û li hemberî van binpêkirinan dengê xwe bilind bikin. Em bi destek û bi zimanekî dikarin nirxên şehîdan biparêzin û destûrê nedin fedakariyên wan bên binpêkirin. Pêwîst e em bi yekîtiya xwe bersiva van kiryaran bidin û heta dawiyê li ser parastina nirxên şehîdan bisekinin.”

‘Pêwîst e hikûmet erkên xwe pêk bîne’

Cîhan Gulo di dawiya axaftina xwe de bang li hikûmeta demkî kir ku berpirsiyariya xwe ya parastina gorên şehîdan pêk bîne û li hemberî van binpêkirinan helwesteke cidî nîşan bide, gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Berpirsiyariya parastina gorên şehîdan li ser hikûmeta demkî ye. Pêwîst e hikûmet erkên xwe pêk bîne, li hemberî van binpêkirinan bêdeng nemîne û gavên cidî bavêje da ku pêşî li dubarebûna van kiryaran bigre. Gorên şehîdan nirxên pîroz ên civaka me ne û parastina wan erka me hemûyan e.”