Jin ji bo maf û destkeftiyên xwe li hev civiyan

Jinên ku di civînê de hatin ba hev, bi banga Komeleya Jinê ya Demê li hev civiyan, pirsgirêk û çareseriyên wan nîqaş kirin.

Navenda Nûçeyan -Komeleya Jinê ya Demê bi navê “Maf û Destkeftiyên Me” civîna jinan li dar xist.

Gelek jin beşdarî civîna ku li Navenda Çandê ya Yunus Balta ya li Beylikduzuya Stenbolê hat lidarxistin bûn. Jinan li ser maf û destkeftiyên xwe nîqaş kirin.

Li ser pirsgirêk û çareseriyan sekinîn

Seroka Komeleya Jinan a Demê Dîlek Başalan di axaftina xwe ya li civînê de der barê têkiliya ku dê bi jinên rastî şîdetê re bê kirin de agahî da, pirsgirêk û çareseriyên di dema têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de rû didin vegot. Dîlek Başalan got; “Dema jinek rastî şîdetê hat divê em bê pêşdarazî, bê rawestan, lê guhdarî bikin. Divê em rê û rêbaz nîşan bidin ka mirov çawa pêşî li şîdetê bigre, biryarên xwe çawa bide, bêyî ku dadbar bikin, şîroveyan lê zêde bikin."

Dê komxebat bên lidarxistin

Ji parêzerên komeleyê Ekîn Baltaş jî li ser destkeftiyên jinan û girîngiya wan axaftinek kir. Ekîn Baltaş der barê pêvajoya hiqûqî ya jinên rastî şîdetê hatine di serlêdana alîkariya hiqûqî de, bi pirsên li ku û çawa dikarin serî li wan bidin û mafê wan de agahî da.

Di civîna ku hat diyarkirin dê ji bo xebatên komeleyê dê li taxan kom bibin de, biryar hat girtin ku li her taxê li gorî pêdiviyên jinan atolye bên lidarxistin.