Ji zarokên Îranê pankarta: “Bavê min darve nekin”

Herî kêm 500 malbatên girtiyan bi daxwaza rawestandina înfazan li ber edliyeyê kom bûn, zarokan jî pankarta “Bavê min darve nekin” hilgirtin.

Navenda Nûçeyan - serhildana gel a piştî qetilkirina Jîna Emînî li bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê dest pê kirî didome, bi hezaran kesên ku bi hinceta beşdarî xwepêşandanan bûne, hatine girtin rastî gelek binpêkirinên mafan tên. Li aliyê din dewleta Îranê ji bo tepisandina xwepêşandanan cezayê darvekirinê weke rêbaz bikar tîne. Zêdeyî 500 xizmên girtiyan li ber Edliyeyê kom bûn û berdewamkirina cezayên darvekirinê şermezar kirin. Tevî hewaya sar jî zarokên ku li pêşiya çalakiyê bûn pankartên bi nivîsa “Bavê min darve nekin” hilgirtin.

Malbat bi fikar in

Li gorî raporên ku hatin ravekirin, malbatên ji herêmên cuda ji bo şermezarkirina darvekirina xizmên xwe kom dibin, lê hêzên dewletê bi hinceta “Edliye girtî ye” destûrê nadin çalakiya wan. Ji aliyê din ve di raporan de jî derket holê ku cezayên îdamê yên ji bo girtiyên ku ji ber sûcên edlî di girtîgehê de ne, di demên dawî de zêde bûne. Her çend di hefteyên borî de ji bo gelek girtiyên di girtîgehê de ji ber sûcên narkotîkê û qetilkirinê cezayê îdamê hat dayîn, ev yek bû sedema fikaran di gelek malbatan de.

Odeya perwerdeyê wek odeya lêpirsînê tê bikaranîn

Rêxistinên mafên mirovan beriya niha ragihandibûn ku ji ber zêdebûna hêjmara girtiyan di girtîgehên Îranê de cih nemaye. Çalakvana siyasî ya girtî Sepideh Gholian di nameya xwe ya ji Girtîgeha Evînê şand de bal kişand ser wê yekê ku odeya perwerdeyê ya li girtîgehê weke odeya lêpirsînê dihat bikaranîn.