‘Em rêgeha ku jinan napejîrine red dikin’

Bi boneya salvegera 12’emîn a şoreşa Tûnisê komeleyên jinan û rêxistinên civaka sivîl di xwepêşandana li paytext Tûnisê de, diyar kirin ku ew paşguhxistina jinan napejirînin.

ZOUHOUR MECHERGUÎ

Tûnis- Partiyên siyasî yên opozîsyona Tûnisê û rêxistinên civaka sivîl li kolana El-Hebîb Burqîbe a li paytexta Tûnisê, xwepêşandanên nerazîbûnê li dar xistin, daxwaz kirin pergala siyasî ya niha were guhertin û vegerin makzagona berê û zagona hilbijartinê were guhertin. Her wiha bertek nîşanî zagona ku prensîba hevpariya navbera her du zayendan rakiriye dan.

Li pêşiya sendîqeya niştimanî ya rojnamegerên Tûnisê, di roja 14’Çileyê de, xwepêşandanên rêxistinên civaka sivîl û komeleyên jinan dest pê kirin û heta kolana şoreşê domiya. Xwepêşanderan dirûşm berz kirin, herdu biryarên bendên 54- 55 şermezar kirin.

‘Divê hinek ji bendên zagonê bên guhertin’

Seroka Komeleya Jinên Tûnisê yên Demokrat, Nayla El-Zoghlamî got:“14’ê Çileya roja cejna şoreşê ye weke 17’ê Kanûnê şoreşa 2010’an dest pê kir.  Beşdarbûna komeleyê teqez dike ku ew bi maf û azadiyan ve girîdayî ne, li ser pêkanîna wekhevî û dadweriya civakî rijd in, tevî bihabûna pêdiviyên jiyanî li ser hemû beşên civakê yên cuda ew ji gelek aliyan ve zehmetiyan dikşînin. Zagona hejmara 55’an, jinan ji warê siyasî û hilbijartinan dûr xist, wisa bû ku encûmenek mêran bi encam bibe hevsengiya civakî xirab dike. Ev zagon divê bên guhertin ji ber ku ew ne li gorî rastiya jinên Tunisê yên îro ye.”

‘Zagona hevsengiyê destkeftiyek dîrokî ye’

Çalakvana Tûnisî Nayla El-Zoghlamî bang li hemû hêzên niştimanî û demokrat kir ku parastina azadî, wekheviyê bikin û dadweriyê pêk bînin, sînorekî ji siyaseta reva ber bi cihên ne diyar ve daynin û teqez kirin ku zagona hevsengiyê destkeftiyek dîrokî ye, tevî hemû zextan nabe ku paşve vegerin.

‘Şoreşê nîşan da ku gel dikare dîrokê binivîsîne’

Çalakvana jin û endama komeleya Tûnisê ya jinên demokrat Halîma Jouinî jî diyarkir: “Komele di her pêvajoyên şoreşgerî yên ku li Tûnisê ji sala 2011’an ve rûdane de hebû. Wê nîşan da ku gel di nivîsandina dîroka xwe de azad e, roja cejna şoreşê jî dîroka herî berz e. Divê di bîra Tûnisiyan de bê pejirandin û xurtkirin ku wê pêvajoya dîktator bi dawî kir û tevî hemû astengiyan, rê li pêşiya pirbûna partiyan û hewaya demokratîk vekir. Îro, em li ser cadeya şoreşê ne ji bo azadî, demokrasî, wekheviya civakî, pêkanîna hêviyên jinan di keramet û dabeşkirna sermayeyê de têdikoşin. Li hemberî bihabûna pêdiviyên jiyanî li welat, em li gel beşên lawaz, jinên kedkar cotkar û belengaz in ji bo jiyana baş ji wan re misoger bikin, têkoşîne me ji bo pêşerojek baştir dê berdewam bike.”

‘Em ê her sal li ser kolana şoreşê salvegerê pîroz bikin’

Çalakvana jin û hiqûqnas Asrar Ben Jouira jî diyar dike ku jin îro di rojeke dîrokî de derketine kolanan, roja ku tê de serokê berê Ben Elî ji desthilatdariyê ket û hemû hêzên niştimanî pêşverû bi hêviyên mezin yekitiya xwe xurt kirin. Asrar Ben wiha domand: “Rewşa azadiyê îro li Tûnisê nebaş e, bi taybetî piştî zagona hejmar 54 ku azadiya nêrîn û derbirînê tune kir. Îro em ber bi dîktatoriyek ve diçin, em li vir in ji bo li hemberî hemû projeyên ku dixwazin destkeftiyên şoreşê di serî de azadiya derbirandin, raman û ragihandinê binpê bikin. Her sal, cadeya şoreşê dê soza jinan be, ji bo parastina mafên xwe û şermezarkirina her projeyek dijberî riya demokrasiya ku bi têkoşîn û şoreşa me ava bûye rawestin.”

Der barê dîmenê siyasî yê niha de jî dibêje: “Ew dîmenek siyasî veşartî ye di çarçoveya serok Seid tenê di desthilatdariyê de bêyî ku bi tu aliyan re bişêwire, wisa dîktatoriyê ava dike, em ê li pêş rawestin.”

‘Desthilatdarî gefê li mafên jinan dixwe’

Çalakvana jin Lamya Aşaş jî got: Di bin siya desthilatdariyek serwer de gef li mafên jinan tê xwarin, rola jinan normal û karînên wan napejirînin, li gorî zagonan jinan dûr dixin. Weke zagona hilbijartinan ku perensîba hevsengiyê rakir û nûnertiyek jinan lewaz di parlamentoya li pêş de ava kir. Ji ber şert û mercên ne dadwer, bêbaweriya bi jinan di warê siyasî de, beşdarbûna jinan di hilbijartinan de gelekî lawaz bû.

Her wiha, bal kişand ser rewşa aborî ya xirab û zirarên zagona darayî ku jin qurbaniyên yekem bûn, ji ber ku jin beşa civakê herî lawaz e bi hemû krîzan bi bandor dibe.

Helwestên serok Qeys Seid, dijberî jinan e, ji dema hat desthilatdariyê ve hevoka xwe  ya navdar got: “Jin hemwelatiya malê te ye.” Îro gef li jinan tê xwarin di hêz, hebûn, beşdarbûna jinan di karê siyasî û civakî de. Ji ber ku astengiyên li pêş wan nahêlin ew hêviyên xwe di girêdana civakê de bi hev re pêk bînin. Divê jin û mêr bi hev re li pêş astengiyan rawestin û bi ser bikevin.