Ji sedî 70’ê kesên li Xezayê hatine qetilkirin jin û zarok in

Hikûmeta Xezayê; Derbarê berfirehbûna êrîşên ku ji 7ê Cotmehê ve ji aliyê Îsraîlê hatine kirin daxuyanî da. Hat diyarkirin ku 16 hezar û 172 zarok û 10 hezar û 798 ji jinên jiyana xwe ji dest dane ji sedî 70’ê mirina giştî pêk tînin.

Navenda Nûçeyan- Hikûmeta Zivala Xezayê  derbarê êrîşên ku Îsraîlê ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve li Xezayê pêk tîne daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniyê, artêşa Îsraîlê li Xezayê 285 êrîşên “jenosîdê” pêk anîne û 3 hezar û 408 qetlîam kirine. Lêçûna giştî ya wêrankirinê gihişt 33 milyar dolar. Di êrîşan de 38 hezar û 848 kesan jiyana xwe ji dest dane û 89 hezar û 459 kes jî birîndar bûne. 10 hezar kes hîn jî winda ne. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji kesên di êrîşan de jiyana xwe ji dest dane 16 hezar û 172 zarok û 10 hezar û 798 jî jin in. Hat ragihandin ku zarok û jinên jiyana xwe ji dest dane ji sedî 70’ê mirina giştî pêk tînin.

34 kes ji birçîna mirin

Hat diyarkirin ku ji ber ku Îsraîlê rê neda alîkariyên mirovî derbasî herêmê bibe û herwiha di encama êrîşan de 34 kes ji birçîna mirin. Di êrîşan de 500 xebatkarên tenduristiyê, 79 Hêzên Parastina Sivîl û 160 rojnameger jî jiyana xwe ji dest dan. Ji aliyê din ve hat parvekirin ku ji 7 gorên komî yên li nexweşxaneyên serdegirtinê hatine dîtin heta niha cenazeyên 520 Filistîniyan hatine derxistin.

Îsraîl 162 navendên stargehê yên ku Filistîniyên ci cîhê xwe bûne lê diman kirin hedef. Di encama êrîşan de 17 hezar zarokên Filistînî dê û bavên xwe ji dest dan, 3 hezar û 500 zarok jî ji ber kêmxwarinî û nebûna xwarinê di bin metirsiya mirinê de ne.

10 hezar nexweşên pençeşêrê nikarin bên dermankirin

12 hezar kesên ku di êrîşan de birîndar bûne ji bo dermankirinê divê biçin derve, jiyana 10 hezar nexweşên pençeşêrê yên ku hewcedariya wan bi dermankirinê heye di xetereyê de ye. Her wiha 3 hezar nexweşên ku bi nexweşiyên cuda re têdikoşin jî ji bo dermankirinê divê biçin derve. 1 milyon û 737 hezar û 524 kesên ji cih û warên xwe bûne bi nexweşiyên enfeksiyonê ketine. Nêzî 60 hezar jinên ducanî nikarin bigihin xizmetên tenduristiyê. Jiyana 350 hezar kesên bi nexweşiyên kronîk ên ku ji derman û dermankirinê re bê par in di xetereyê de ye. 310 jê xebatkarên tenduristiyê û 36 rojnameger bi giştî 5 hezar kes hatin binçavkirin.

2 milyon kes bi darê zorê hatin koçberkirin

Ji ber êrîşên Îsraîlê 2 milyon kes neçar man koç bikin. Di encama êrîşên Îsraîlê de 197 avahiyên hikûmetê wêran bûne, 115 dibistan û zanîngeh bi temamî hatine wêrankirin û 330 dibistan û zanîngeh jî qismî wêran bûne. Di êrîşan de 610 mizgeft bi temamî hatin rûxandin, 211 mizgeft qismî wêran bûn, 3 dêr jî zirar dîtin. Di êrîşên ku 81 hezar ton teqemenî hatin bikaranîn de 150 hezar xanî bi temamî hilweşiyan. Di encama êrîşan de 34 nexweşxane û 68 navendên tenduristiyê ji xizmetê derketin, 162 saziyên tenduristiyê û 131 ambûlans jî hatin derbkirin.