“Ji sedî 2,34 ê ji girtiyên li girtîgehên Mexribê jin in”

Çavdêriya Girtîgehan a Mexribê rexne li polîtîkaya pêkanîna girtina pêşwext û girtina teorîk a li dijî girtiyên jin kir û bi raporekê da zannîn ku ji sedî 2,34 ê ji girtiyên li girtîgehên Mexrîbê, jin in.

Mexrib – Rapora Çavdêriya Girtîgehan a Mexribê rexne li polîtîkaya pêkanîna girtina pêşwext û girtina teorîk a li dijî girtiyên jin, kir. Di rapora Çavdêriya Girtîgehan a Mexribê de hat destnîşan kirin ku di sala 2021'an de di şert û mercên girtiyên jin û girtiyên li girtîgehên li Mexribê de guhertineke berçav pêk nehatiye û her wiha hat diyarkirin ku ji sedî 2,34 ê ji girtiyên di girtîgehên Mexribê de jin in.

Rewşa girtîgehan xirab e

Çavdêriya ku her sal şert û mercên saziyên girtîgehê, girtiyên jin û mêr dişopîne, diyar kir ku xirabûna şert û mercên girtîgehê ji ber nebûna îradeyeke siyasî ya ji bo başkirina şert û mercên girtîgehê û pêkanîna reformên rast di sektorê de ye, ji bo parastina maf û rûmeta girtiyên jin û mêr.

Di salên 2020 û 2021’an de 417 kes jiyana xwe jidest dane

Di raporê de bernameya hikûmetê ya di navbera 2021-2026 de jî hate rexnekirin, her wiha destnîşankirin ku mijarên girtîgehê di axaftina Serokwezîr a beriya civîna hevpar a di meha Cotmehê ya borî de ya her du odeyên parlamentoyê de tunebû.

Di raporê de hat eşkere kirin ku gotûbêja li ser azadî û mafên mirovan di daxûyaniya hikûmetê de hat kirin.

Di raporê de hat diyarkirin ku bûyerên grevên birçîbûnê yên li girtîgehên Mexribê par hezar û 158 bûyer pêk hatin û di sala 2020’an de 213 kes jiyana xwe jidest dane û di sala 2021’an de 204 kes jiyana xwe jidest dane.

Banga rakirina cezayê darvekirinê

Rapor bi pêşniyarên ku ji Parlamentoya Mexribê re hatine şandin, bi dawî bû, ku banga rakirina cezayê darvekirinê û her weha derxistina bilez a reform û qanûnek nûjen a ku ji nûve berçavkirina kûr a siyaset û pergalên cezakirinê li ber çavan digire, kirin. Her wiha raporê bang li hikûmeta Mexribê kir ku Protokola Duyem Bijarte ya Peymana Navdewletî ya Mafên Medenî û Siyasî, ya ku bi biryara Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî di 15'ê Kanûna Pêşîn a sala 1989'an de hat pejirandin, pesend bike û pêşniyarên saziyên peymanê yên têkildarî mafên girtiyên jin û mêr bi cih bîne.