Ji Rojhilatê Kurdistanê li dijî dagirkeriyê bertek

102 Çalakvan, mafnas, parêzer û kesayetên Rojhilatê Kurdistanê bi daxuyaniyekê hevpar êrîşa dagirkeriya Tirk ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.

Navenda Nuçeyan - 102 çalakvan, hiqûqnas, parêzer û kesayetên Rojhilatê Kurdistanê bi daxuyaniyekê hevpar êrişa dagirkeriya Tirk ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û gotin, mafê ti dewletekê nine bi behaneya ewlehiya xwe ya netewî destdirêjiya xak û serweriya welatek din bike û  bang li Netewên Yekbûyî kirin ku pêngavên pratîkî ji bo bi dawîkirina êrişên dewleta Tirk bavêjin.

Di daxûyaniya hevpar a 102 çalakvan, mafnas, rewşenbîr, parêzer û kesayetên ji Rojhilatê Kurdistanê de bal li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker hat hişandin û hat gotin ku êrişên tên pêkanîn binpêkirina pîvanên mafên mirov e.

“Di hêla binpêkirina mafên mirovî de Tirkiyê xwedî dîrokek reş e”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Tirkiyê di hêla binpêkirina mafên mirovî de xwedî dîrokek reş e û bi bal lê kişandina piştgiriya wî ya DAIŞ’ê re û wiha hat gotin: “Yasayên navnetewî ketine li ber binpêkirinên dewleta Tirk. Dewleta Tirk carek din bi rêya êrişên hewayî û bejahî êrîşî xaka Herêma Kurdistanê kiriye û ev jî binpêkirina eşkere ya serweriya xaka Herêm û Iraqê  ye. Tirkiye dîrokek wê ya reş di binpêkirinên pîvanên mafên mirov û piştgirîdayîna DAIŞ’ê de heye ku li dijî nirxên mirovahiyê ne. Mafê ti dewletekê nine bi behaneya parastina ewlehiya xwe ya netewî destdirêjiya yekparçeyiya xak û serweriya siyasî ya dewletek din û her wiha aramî û ewlehiya herêmî û navdewletî bixe ber êrişên metirsîdar.”