“Bêdengbûn destê dagirkeran xurttir dike”

Êrîş û bombebarana dewleta Tirk ya ji bo dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê didome, çalakvana herêma Biradostê Awaz Şêrzad da diyarkirin ku hemwelatî li dijî dagirkeriyê ne û daxwaza rawestandina êrîşan kir.

MERYEM EHMED

Hewlêr - Ji ber êrîşên dewleta dagirker a Tirk ya ji bo dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê, rojane gelek gund û sînorên herêma Sîdekan tên bombebarankirin û gundî ziyanek mezin dibînin û koç dikin. Hemwelatiyên heremê ji vê rewşê gelek nerazî ne û daxwaza rawestandina êrîşan dikin.

Çalakvana herêma Biradost ya girêdayî herêma Sîdekan ya Hewlêrê Awaz Şêrzad bal li ser êrîşên dagirkeriya delweta Tirk kişand ku ev çend sal e hebûna leşkerên dewleta Tirk û pasdarên Îranê bandorek neyînî li jiyana hemwelatiya kiriye û got: “Ji ber êrîş û bomberdumana dewleta Tirk ziyanek mezin gihaye bax û baxçeyên gundiyan. Eve jî bandorek nerênî li ser rewşa aborî û malbatan kiriye û gelek gund hatine valakirin.”

“Hikumeta herema Kurdistanê rê ji dagirkeriyê re vedike”

Awaz Şêrzad bal li ser vê kişand ku hikûmeta heremê li hemberî êrişên dagirkeriyê yê li ser xakê di nav bêdengiyekê mezin de yê û axaftina xwe wiha domand: “Di meha biharê de hemwelatî nikarin biçin çiya ji bo xwe giya kom bikin, hemwelatî ji vê rewşê nerazî ne, her tim ji hikumeta herêmê daxwaz dikin sînorekê ji dewleta dagirker ya Tirk re diyar bike. Herêma Biradost herêmek ya geştiyariyê ye, lê belê ji ber êrîş û bombebarana dewleta dagirker ya Tirk geştiyar nikarin serdan bikin. Ger hikumeta herêma Kurdistan pêşî li êrîş û bombardumanan negre û li beramberî van êrîşan bê helwest be û rê ji wan re xweş bike wê cihên nîştecihbûnê vala bibe û wê ev yek destê dagirkeriyê dirêjtir bike.”