Jinên Tûnisî ji bo parastina destkeftiyên xwe li qadan bûn

Jinên Tûnisî yên polîtîkayên hikumetê qebûl nakin li dijî sepanên ku li ser jinan û tevahî gel tê fezkirin çalakî lidar xistin. Jinan gotin ew ê ji bo destkeftiyên xwe li qadan bin.

ZOUHOUR MECHERGUI

Tûnis – Jin, civaka sivîl û partiyên siyasî yên li Tunisê li dijî siyaseta Serokê Tunisê Qeys Seid ya ku danûstandina bi hemû partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û jinan re red dike duh bi çalakiyek nerazîbûnên xwe anîn ser ziman. Jinên ku tevlî çalakiyê bûn xemsarî û destkeftiyên ku şoreşê hatine bidexistin û bi destê Serokê Tunisê Qeys Seid hate rûxandin şermezar kirin.

‘Deshilat dixwaze şoreşa 14’ê Çileyê bide jibîrkirin’

Çalakvana mafnasî û perlementera berê Samia Ebo got ku wan salvegera şoreşa 14’ê Çileyê  îsal bi kirîza aborî û siyasî ya welat re pêşwazî kirine û wiha got: “Îro behsa rêveberiya xirab ya welat berî 25’ê Tîrmehê nayê kirin, welat gîhişt pêvajoya xirab. Rêvebirin û desthilata siyasî di yekdestkariya serweriyê, rasteqîna azadiyan paşve çûye, ev jî rûxandina destkeftiya şoreşê ya herî ber bi çav bû. Em li vir in ku dengê xwe bilind bikin û bêjin şoreşa me berdewam e, 14’ê Çileyê û 17’ê Îlonê du cejnên şoreşê ne, em li vir in ku projeya xwe temam bikin û madem gel bi hezkirina xwe ji welatê xwe re jîndar e, em ê rêgeha şoreşî ya jîndar serbixînin.”

‘Şoreşa me diktatoriya 23 salan rûxand’

Endama partiya demokrat ya opozisyonê Emel El-Seidî jî desnîşan kir ku salvegera şoreşê mafek e, nabe ku ji wan were standin û wiha gotinê xwe domand: “Ew rojek sembolîk e ku tê de rêjîma 23 salan ya dîktator rûxand. Em bi salvegera şoreşa xwe şahiyê lidardixin, lê em ji rasteqîna xirab ya zordar û çavdêriya li ser siyasetmedaran û rojnamegeran pir bêzar in. Bi taybet di nava rewşa aborî dijwar de, ji ber zagona darayî ya ku rewş xirabtir kir em ji mafê xwepêşandanan û kombûnên şermezarkirinê bêpar man.”

Emel El-Seidî berdevamiya axaftinê xwe de balkişand ser zordestiya hikumeta Qeys Seîd û got ku di bin rêveberiya  hikumeta Qeys Seîd de gel êşan dikşîne û wiha nerazîbûnê xwe anî ser ziman: “Hemwelatiyê Tûnisî êşa zordariyê di bin siya biryarên Qeys Seid û hikumetê du qatan dikşîne, ew hemwelatiyan êşkence dikin, bi bihabûna hemû tiştan sivîl fetisandin bi ferzkirina bacan gel birçî dikin ku stuyê xwe ji desthilatiyê re bitewînin. Rewşa niha ji 2011’an de li Tunisê qet rû ne daye, daxwazên gel ji bo azadiyê veguherîn daxwazên madeyên jiyanî bingehîn, weke şîr, şekir, nan, av û birinc. Ev rêgeha şaş ji 25ê Tîrmehê de destpêkir, gelê Tunisê birçî kir û karî wan bixîne bin kontrola xwe.”

Pêwîstiya welat bi nexşeyek ji krîzê derketinê heye

Emel El-Seidî rexne li zagona hejmar 54’an ya desthilatdar dike ku îro çalakvanên siyasî, mafnasan û rojnamegeran bi wê zagonê sucdar dike û wiha pê de çû: “Cihê xembariyê ye ku 12 sal li ser şoreşê re derbas dibe û hîne kes ji ber azadiyê nêrîn, rexne û derbirandinê tên sucdarkirin. Ew siyaseta yekdestdariya serweriyê û desteserkirina mafê Tunisiyan yê derbirandinê de mafê xwepêşandanê, karê partî û sandîkayan de red dike. Ez banga paşve kişandina zagona 54’an ya dijberî azadiya derbirandinê û zagona 20’an ya têkbirina karê sandîkeyan dikim.”

Herî dawî xwepêşanderan banga lêvegera van zagonên sîtemkar kirin û gotin ku vegerin diyaloga bi hemû aliyên siyasî re ku welat ji kirîza tê de dijî derxin.

Tunis di rasteqîna kirîzek aborî, siyasî û civakî de dijî, pispor dibêjin eger zû nexşeyek ji bo welat ji vê kirîzê derxîne dînenin, dê rewş metirsîdartir bibe.

 

14’ê Çileya 2011’an çi çêbû ?

Di mijdara 2010’an de li Tûnisî firoşkarekê fêkiyan a zaningehê xwendiye lê ji bêkariyê karê firoşkariyê dikir, piştî desteserkirina ereboka wî ya destan agir berda bedena xwe. Piştî vê rewşê li welat, li hemberî polîtîkayên hikumetê serhildan destpê kir. Di serhildanên ku tê gotin di nav 30 salên dawiyê de yek ji bûyerên herî mezin ê li welat hatiye jiyîn e gelek kes jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. 

Di 14’ê Çileya sala 2011’an de piştî serhildanên gel Zeynel Abidin Bin Alî a 23 sal bû welat birêve dibir neçar ma ku gav paş ve bavêje û ji welat reviya. Encamên ku piştî reva Zeynel Abîdin Bîn Alî rû da ji hêla Tûnisiyan ve mîna Şoreşa 14’ê Tirmehê ango Şoreşa Yasemîn tê zanîn.