Ji malbata Şenyaşar banga beşdarbûna danişîna 17’ê Çileyê

Malbata Şenyaşar a di roja xwe ya 674’an de nobeta edaletê didome, bang kir ku beşdarî danişîna dê di 17’ê Çileyê de bê dîtin bibin.

Riha – Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê hevjîn û du lawên wê ji aliyê xizm û parastvanên wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û lawê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, di 9’ê Adara 2021’ê de dabûn destpêkirin, di roja xwe ya 674’ an de dom dike. 

Emîne Şenyaşar û kurêvê Ferît Şenyaşar ji mala xwe ya Surucê hatin ber deriye dozgerê û li ber pêşiya pankarta “adalet” dest bi çalakiya xwe kirin.

'Daxwaza me EDALET e'

Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê dîjîtal medya ev peyam parve kir: “Li Rihayê nobeta dayikê di roja xwe ya 674’an de didome. Di roja 17.01.2032’ an de wê li Meletî doza komkujiya nexweşxaneyê were dîtin. ‘Li nexweşxanê kesên bê parastin qetilkirin sucê mirovahiyê ye.’ Bangawaziya me ji her kesê ku ji xwe re dibêje ez mirov im re ye. Daxwaza me ADALET e.”