Sê jinên şoreşger li Mexmûrê hatin bibîr anîn

Her sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9’ê Çileya 2013’an de di komkujiya ku li Parîsê hat pêkanîn de hatin qetilkirin li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi semînerekî hatin bîranîn.

Mexmûr – Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo her sê şoreşgerên jin ên li Parîsê  di 9’ê Çileya 2013’yan de hatin qetilkirin semînerek hat dayîn. Semîner bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî pakrawanên Tevgera Azadiya Kurdistanê dest pê kir. Semîner ji aliyê Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Şiyar Erkendî ve hat dayîn.

Şiyar Erkendî di semînerê de wiha axivî: “Em vê komkujiya ku li Parîsê û hemû dagirkerî û xiyaneta heyî şermezar dikin. Hevala Sakîne hemû jiyana xwe di nava şer de derbaz kir, li hemberî vana hemûyan bû mîmarê wêrekiyê û li berxwe da ji ber vê yekê jî her tim di hedefa dijmin de bû. Heval Sakîne li hemberî dijmin tucarî serî netewand, bi vê wêrekiya xwe hêz da tevahîjinên şoreşger yên Kurdistan û cîhanê. 

Lê qeheremanên wek heval Sakîne ev tirs şikandin, li Zindana Amedê li beranberî Esat Oktay de  rawestiya û tifî rûyê wî kir. Ew tifa ku li rûyê wî dayî bû mohra berxwedanê û şikandina dagirkeriyê.”

Semîner bi dirûşmên, “Bijî Serok Apo”, “Şehîd Namirin” û “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.