‘Armanca me guhertina hişmendiya zayendperest e’

Bi dirûşma “Li hember hemû cureyên tundiya dewlet û hişmendiya zilam, jin jiyan azadî” Kongra Star a Kantona Hesekê perwerdeya 3 rojan der barê 25’ê Mijdarê Roja Cihanî ya têkoşîna li dijî Tundiya li ser jinan duh bi dawî kir.

Hesekê – Bi wesîleya nêzîkbûna 25’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan Rêxistin û Tevgerên jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi pêngavê kirin. Di 19’ Mijdarê de Kongra Star dewreyek 3 rojan ji bo 80 mêr ji endam û rêveberên saziyên civaka sivîl vekirin û duh bidawî bû. Di perwerdeyê de dersên li ser dîroka jinan, dîroka 25 Mijdarê hatin dayîn. Perwerde ji aliyê Endama Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star a Kantona Hesekê Koçer Hisên û Hevseroka Meclisa Kantona Hesekê Semer Ebdulah ve li Akademiya Şehîd Perwîn a bajarê Hesekê - Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat dayîn.

Pêwîst e her ferdek dîroka jinan nas bike’

Der barê vê mijarê de Endama Koordînasyona Kongra Star a kantona Hesekê Şikriya Hisên teqez kir ku pêwîst e her ferdek di civakê de rastiya jinan û dîroka wan bizanibe û wiha axaftina xwe domand; “Di 12’ê Mijdarê de rêxistin û tevgera jinan dest bi pêngavek kirin, ev pêngav jî bi gelek rêzeçalakiyan dewlemend e. Armanca me ew e ku em hişmendiya civakê bidin guhertin û danasîna rastî ya dîroka jinan bikin. Pêwîst e her ferdekî bigihîje wê baweriyê ku jin bingeha avakirina civakek bi exlaq û polîtîk in. Hişmendiya ku bi hezaran salan e li ser civakê hatibû ferzkirin û îqnakirin civakê ji hev xistiye. Em dixwazin civakê vegerînin cewherê wê yê rast ku jin û mêr li ser bingeha hevjiyana azad bi hev re bijîn. Ji bo wê jî me dewreyek perwerdeya 3 rojan vekir. Bi taybetî ji mêran re û yên ku di nava saziyan de kar dikin. Ji ber ku kesên di saziyan de cih digrin ger hişmendiya wan nehatibe guhertin, em ê nikaribin gavên baş bidin avêtin. Ev perwerde xwedî encameke baş bû, bêguman hin zehmetî hene ku em bikaribin hişmendiya bi salan bidin guhertin lê ev nayê wateya ku nayên guhertin bi demê re her tişt wê çêbibe. Em jî wekî rêxistina jinan ji bo vegerandina civakê ser cewher, dîrok û çanda xwe ya rast em ê her dem di nava kar û xebatan de bin.”

‘Jin bingeha avakirina civakek xwedî cewherek rast in’

Endama Meclisa Navçeya Sifeya ya bajarê Hesekê Telal Coher diyar kir ku bi beşdarbûna dewreyek ku tê de dîroka jinan nas dikin ji bo wan şansek e û wiha got; “Divê perwerdeyê de me dîroka jinan baş nas kir, jin di civaka xwezayî de çawa bûn, çi li ser wan hat meşandin û bi çi rengî civak ji cewherê xwe derket me dît. Di şexsê jinan de îro civakê ji hev dixin. Eger em baş bifikirin em ê rola jinan di hemû qadên civakê de bizanibin û her tişt jî li ber çavan xuya dibe. Jin dayik, mamoste, kedkar, parêzvan, siyasetmedar û hwd... Lewma pêwîst e her kes rastiya jinan û dîroka wan bizanibe da ku hişmendiya xwe bi pêş bixe. Îro me encamek baş ji vê perwerdeyê girt û em dixwazin ev perwerde ji her kesî re were dayîn da ku bikaribin civakek azad û saxlem ava bikin. Guhertina hişmendiyê pir girîng e di roja me ya îro de, cureyên tundiya ku li ser jinan tên meşandin tê de mêr û civakê jî dikin kole. Di bin gelek navan de mêr û civak jî bûne koleyên hêzên desthilatdar.”

Perwerde bi nîqaşên li ser rêgirtina cureyên tundiyê de bi dawî bû.