Ji kolanên Amedê silav li jinên berxwedêr ên li Rojhilat

Jinên ku li Amedê tevî astengiya polîsan hatin cem hev, li gel barana zêde û astengiyê jî ji kolanên Amedê hemû jinên berxwedêr ên li Rojhilat silav kirin.

Amed – Li Amedê bi banga Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Amedê û Platforma Jinan a Dîcle ya Amedê (DAKAP) di 25'ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê de jin li xaçerêya Cîhanê hatin cem hev. Jinên ku xwestin bimeşin ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin.

Jinên ku tevî barana zêde û astengiya polîsan jî dest ji çalakiya xwe bernedan, bi gotina “ev der qadekê taybet e hûn nikarin bigrin” bi tililî û çepikan bersiv dan polîsan. Jinan bi qîrîna dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Nagihan Akarsel Namire", "Denîz Poyraz Namire", "Şebnem Korur rûmeta me ye" û "Barîkat ji qatilan re, ne ji jinan re" ji kolanên Amedê silav şandin ji hemu jinên berxwedêr ên li Rojhilat re.

‘Çi dibe bila bibe; Jin, Jiyan, Azadî...'

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Dersim Dag di axaftina xwe ya li vir de got, “Di dema ku îro jin li her derê tên qetilkirin, jin di îsyanê de ne, daraza mêr, desthilatdariya mêr, polîsên mêr hewl didin pêşiya jinan bigirin. Li vir em careke din dibêjin; têkoşîna me wê li dijî kesên ku qetlîamên jinan, tundiyê, îrade û têkoşîna jinan ji nedîtî ve tên, bidome. Meşa jinan, meşa azadiyê ye. Jin ber bi şoreş û azadiyê ve dimeşin. Tu hêz û hêz nikare vê meşê bide sekinandin. Ti qedexe, tu pêkhateyên hêzê nikarin jinan rawestînin. Jin zû yan dereng wê azadiya xwe bi dest bixin û li her derê strana 'Jin jiyan azadî' bidomînin. Ji kolanên Amedê em ji hemû jinên berxwedêr ên Rojhilat re silav dişînin. Çi dibe bila bibe em ê gotina 'Jin jiyan azadî' bidomînin."

Daxuyanî bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.