Ji jinên Êzidî berteka êrişan: Nikarin vîna me têk bibin

Endamên Kordînasyona TAJÊ derbarê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şengalê axivîn û gotin: “Armanca êrîşên li ser Şengalê tunekirina vîna azad e, tirsandina civaka Êzidî û bê hêvî hiştin e. Lê nikarin vîna me têk bibin.”

Şengal – Roja 8’ê Adarê dewleta Tirk bi balafira bêmirov û biçek êrişî Şengalê kir. Di encamê de şervanê YBŞ’ê Mecdel Hesen Xelef jiyana xwe ji dest da. Di encama êrişa dewleta Tirk a 29’ê Sibatê de Endamê Rêveberiya Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê Sadûn Mîrza Elî kir hedef jiyana xwe ji dest dabû. Jinên Êzidî li hemberî êrişan bertek nîşan dan û gotin “Bi êrişan nikarin vîna me têk bibin.”

‘Soza ku me daye şehîdê destpêkê, em îroj dûbare dikin’

Endama Kordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Şemê Remo diyar kir ku dijminên civaka Êzidî dixwazin civakê bitirsînin, lê armanca wan  biser nakeve û wiha got: “Êrîşên dagirkeriya Tirk û hevkarên wan li ser Şengalê dewam dikin. Dixwazin Şengaliyan bitirsînin û pêşiya vegera ser axê bigirin. Bi van êrîşan dixwazin hejmara hêzê kêm bikin. Kesên di nava asayiş û YBŞ’ê de ne dûr bixînin. Lê belê hêza me kêm nabe û soza ku me daye şehîdan em dûbare dikin. Tevî 74 ferman hat ser civaka me jî ku piraniya wan ne diyarin ji ber dîmenek û belgeyekî dîtbarî ku tesbîta wan bike pir nînin. Kesên ku fermana dawî jî pêk anîn, ewin ku naxwazin Şengal were ava kirin. Lê belê her roj hêza me mezintir dibe û piştî her şehîdekî hêz, îrade, kombûn û yekîtiya me zêdetir dibe. Bila kesên xwe firoş û dijminê Tawisê Melek û kesên di nav me de sîxurtiyê dike bila baş bizanin ku emê ji çavên wî derînin û tola xwe  rakin. Em tu carî bi şehîdan lewaz nabin, em hêz digrin.

Şemê Remo bal kişand ser armanca êrîşan û wiha got: “Şehîd Sedûn birayê şehîdekî bû ku di fermanê de li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer kiribû û li Medîban şehîd bibû. Şehîd Sedûn xizmeta civaka xwe dikir ji bo wê jî ew kirin hedef. Lê tevî her tiştî em dev ji riya şehîdên xwe bernadin. Bi mal û zarokên xwe re em li pey riya şehîdên xwe ne.”

‘Bêdengiya Iraqê piştgiriya wî ya ji êrîşan re zelal dike’

Endama Kordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Neam Bedel jî da zanîn ku berpirsiyarên van êrîşan Îraq e û wiha got: “Em hemû şehîdên tekoşîna azadiyê, şehîdên Şengal û herçar perçêyên Kurdistanê bibîr tînin. Êrîşên bi vî rengî ne cara yekemine ku têne kirin. Ji dema ku wezîrê Îraqê hate Şengal û heta niha balafirên keşfa dewleta Tirk T ji ser Şengalê neçûye. Di nava demekê pir kurt de 2 zarokên civaka me hatin hedef girtin ku xwedî mal û zarok bûn. Her kes dizane û dibêne ku hikumeta Iraqê ji van êrîşan berpirsiyare. Heta niha li hember êrîşan helwestekî wî nîne. Piştî her careke ku hikûmeta Iraqê serdana Şengalê dike, êrîşên hawayî çêdibin.”

‘Em serî natewînin’

Neam Bedel di dawiya axaftinên xwe de da zanîn ku tevî hemû êrîşan ew xwedî vîn û bawerî ne û wiha got: “Piştî serdana wezîrê Îraqê ji aliyê dagirkeriya Tirk ve 2 car êrîş têne ser me. Di herdu êrîşan de 2 zarokên civaka me Şehîd bûn. Şehîd Sedûn ajoker bû û xizmeta zarokên şehîdan dikir û heval Mecdel jî milîtanekî vê axê bû. Bila her kes bizanibe ku em serî ne ji Sûdanî û ne jî ji Tirkan re ditewînin. Emê şopdarên xeta şehîdên xwe bin. Destkeftiyên ku bixwîna şehîdan me bidest xistiye em ji wan re nahêlin. Çi cara vegera xelkê Şengalê ya li ser axê çêbûye, êrîş dikin û xelk çav tirsandî dikin. Lê bi êrîşên xwe û siyaseta xwe ya qirêj, dixwazin wê aramiyê ji holê rakin. Her çendî em bi şehîdan biêşin jî  em ewqas li hemberî dijmin bi kîn dibin.”