‘Dadgeha Sembolîk a Jinan’ li Mexribê cara 21’emîn hat lidarxistin

Dadgeha Sembolîk a Jinan li Mexribê ku ji aliyê jinan ve her sal bi awayê sembolîk tê danîn, cara 21’emîn civiya. Seroka Yekitiya Çalakiya Jinan Amîna Chan, diyar kir ku di danişînê de li şahidiya jinan hatiye guhdarîkirin û biryar hatine girtin.

HANAN HARÎTE

Mexrib – Yekitiya Çalakiya Jinan a li bajarê Fez ê Mexribê xebatên xwe dimeşîne, ji bo ku balê bikşîne ser zagonên cudakar ên dijberî jinan, îsal ‘Dadgeha Sembolî a Jinan’ danî. Li dadgeha ku di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de hat danîn de, rûniştina 21’emîn hat kirin. Jinan bi vê çalakiyê peyam dan hikumetê.

Seroka Yekitiya Çalakiya Jinan Amîna Chan, li ser çalakiya xwe ji ajansa me re nirxandin kir. Amîna Chan, anî ziman ku ji guhertina zagonan cara yekem yekem bi Lijneya Koordînasyonan Jinan re di nava koordînasyonê de ne û got: “Weke te zanîn, ji bo guhertina Zagona Malbatê, civînên diyalogê û komxebat tên lidarxistin. Di Dadgeha Jinan ên Sembolîk de behsa cudakariyên di zagonan de heyî, êşên ku jin dikşînin tê kirin û li şahidan jî guhdarî dikin. Dadgeha Jinan a Sembolîk, weke yek ji mekanîzmayên têkoşînê ya Yekitiya Çalakiya Jinan tê dîtin.”

‘Biryarên tavsiyeyê tên girtin’

Amîna Chan, diyar kir ku di her mijara ku dikeve rojeva dadgeha sembolîk de, li kesên ku rewşê dizanin tê guhdarîkirin, parastin ji aliyê parêzer an jî aktivîstên civaka sivîl ve tên kirin û got ku di dawiyê de jî ji aliyê dadgehê ve ji bo her kesê biryara tavsiyeyê tê girtin. Amîna Chan diyar kir ku di dadgehê jî peyam ji hikumetê re jî tên dayîn û da zanîn ku dadgeha sembolîk bi beşdarî û şopandina Yekitiya Çalakiya Jinan re, saziyên jinan û rêxistinên mafên mirovan ên cur be cur ku xwedî heman hestên têkoşînê ne, sendîka, komele û jinên nûnerên partiyên siyasî pêk tê.

‘Divê Zagona Malbatê di aliyê jinan de were sererastkirin’

Amîna Chan bal kişand ku Zagona Malbatê ya ku bi têkoşîna jinan di sala 2004’an de derket, xwedî hêjahiya şoreşê ye û bal kişand ku di pêkanînan zagonê de astengî û pirsgirêk çêdibin û wiha domand: “Me di Zagona Malbatê hinek valahî û kêmasî tesbît kirin. Nêrîna her kesê ew e ku zagon were guherandin. ji bo ku pirsgirêkên ji ber zagona heyî neyên jiyîn divê di lehiya jinan de were sererastkirin.”

‘Civaka niha ji ya beriya 20 salan cudatir e’

Amîna Chan da zanîn ku ew hêvî dikin zagoneke adil û wekhevîxwaz a ku mafên jinan bide were derxistin û got: “Civak bi pêş dikeve. Îro civaka me, ji ya beriya 20 salan cudatir e. Gelek guherîn çêbûne. Em dixwazin zagoneke ku têra hemû guherînan bike were derxistin. Divê guherîna civakî û daxwazên jinan li ber çavan werin girtin, Zagona Malbatê, bi makezagonê û peymanên navneteweyî yên hatine îmzekirin re lihevhatî be.”

Amîna Chan bal kişand ku ew pêşketina ku li Mexribê di warê mafên jinan de çêbûne înkar nakin û wiha bi dawî kir: “Lê divê jin mafên xwe bi tevahî bigrin. Jixwe dê têkoşîn bidome. Em hêvî dikin ku îsal ji bo jinên Mexribî bibe destpêka zagona ku wekheviya tam û adil tê de heye.”