Ji jinan piştgiriya serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’

Komek ji jinên çar parçeyên Kurdistanê bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ya ji bo şoreşa jinan li Rojhilatê Kurdistan û Îranê nîşan dan.

Silêmanî – Jinên ji çar aliyê Kurdistanê yên li parqa Hawarî Şar a Silêmanî kombûn bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ya ji bo xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistan û Îranê nîşan dan. Jinan di daxuyaniya ku ji aliyê Pirjend Şaho ve hat xwendin de gotin; “Jinan hemû pênaseyên komara Îslamê yê li ser jinan şikandine û ev zêdeyî dû mehan e bi pêşengiya jinê şoreşek li Rojhilatê Kurdistan û Îranê pêk tê.”

‘Mêrsalarî li Îranê bi aşkirayî tundîtûjiyê li bermaberî jinê dike’

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Bi nêzbûna roja 25’ê Mijdarê re, şoreşa jinan li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ev dû meh zêdetire berdewam dike. Mêrsalarî li Îranê bi aşkirayî tundîtûjiyê li bermaberî jinê dike. Desthilatiya mêrsalarî jin her tim marjînal kiriye û ji ber wê ye di navendê de dimîne, ev encamên siyaseta komara Îslamê ye ku êrîşî ser Rihane Cebarî, Ferînaz Xusrawanî û Şilêr Resul û Jîna Emînî kir. Êrîş bi vê jî sînordar nîne û bûye cihê çewisandina jinan di malde heya li qadan.”

‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji mal heyanî kolanan tê bihîstin

Di daxuyaniyê de jinan bal kişandin ser serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya dû mehan e bi pêşengiya jinên Îran û Rojhilatê Kurdistanê didome û wiha hate gotin: “Ev nêzî dû mehan e dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ ji mal heta kolanan tê bihistin, xwendevan erkê xwe yê şoreşgerî bi cih dikin û civak pişta xwe bi hêza xwe ya xwezayî germ dike. Ev nîşaneya wê ye ku gel ji êrîşên hikumetê natirsin. Jin jî li seranserê Îranê bûne hêmaya yekrêziyê. Em weke jinên Rojhilatê Kurdistan û jinên têkoşerên Kurdistanê bejna xwe li beramberî Şehîdan ditewînin. Her Şehîdek nîşana firehbûna xebat û têkoşînê ye. Em piştgiriya xwe ya ji bo jinên azadîxwaz yên Îranê nîşan didin ku roja 20’ê Mijdarê weke roja cîhanî jinan binav kiriye. Li ser navê jinên Kurdistan em dixwazin hemû jinên azadîxwaz piştgiriya xwe ya ji bo çalakvanan rabigihînin. Ji ber bi yekitiyê em ê bikarin serkeftinê bi destbixin.”