Li ser pirtûka “Keçên Siyasetê” civînek hat lidarxistin

Pirtûka Keçên Siyasetê pirtûkek e ku bi şahidiyên zindî yên çalakvanên çepên Tûnisî yên girêdayî tevgera "Afaq" behsa têkoşîna femînîst a li dijî rejîmên zalim dike û tiştên ku di zindanan de kişandine belge dike.

NAZÎHA BOUSSÎDÎ

Tûnis - Pirtûka "Keçên Siyasetê" bala gelek kesan kişandiye, bi taybetî yên ku xebatên jinan dişopînin. Pirtûka “Keçên Siyasetê” di parastina bîranîna têkoşerên femînîst de xwedî rol e.

Di 28’ê Mijdarê de Komeleya Dengê Jinan di çarçoveya xebatên xwe yên çandî û civînên mehane yên ku ji aliyê Klûba Pirtûkan a Jinan ya girêdayî wê ve tên lidarxistin, civîneke rewşenbîrî û wêjeyî li ser pirtûka “Keçên Siyasetê” li dar xist.

Berpirsiyarê bernameyan li Komeleya Dengê Jinan Siniya Bin Mîlad got ku komele ji dema damezrandina xwe di sala 2011’an ve li ser parêzvaniya ji bo tevlikirina zayendî di polîtîkayên giştî yên Tûnisê de û ji bo çareserkirina her cure cudakariya li dijî jinan dixebite û wiha pê de çû: “Komele di çarçoveya Klûba Pirtûkan a Jinan de ku ji bo danasîna pirtûkên jinan û pirsgirêkên wan ên li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê derketine û ji bo pêşxistina çanda femînîst a li Tûnisê dixebite her meh civînên rewşenbîrî li dar dixe. Pirtûka Keçên Siyasetê ji ber ku şahidiyên jinên têkoşer ên ku berî sih salan rastî êrîşan hatin û wan avêtin zindanê tenê ji ber ku ew çalakvanên ku bi desthilatdariyê re li hev nakin, hat hilbijartin.”

Pirtûk ji aliyê şeş jinan ve hatiye nivîsandin

Berpirsyara rêvebirina civînê Dira Wîder jî wiha anî ziman: “Pirtûka Keçên Siyasetê ku ji aliyê Dar Zenûbiya ve ji bo Huner û Afirîneriyê hatiye çapkirin, ji aliyê şeş ​​jinan ve hatiye nivîsandin, ew jî rojnamevan profesorê felsefeyê Amal bin Aba, Delîla Mehfûz El-Cedîdî, Zeyneb bin Seîd El-Şarnî, Sasiya El-Ruweysî bin Hesen, Eyşe Qelûz bin Mensûr, dîroknas Leyla Temîm Balîlî ne. Pirtûka Keçên Siyasetê behsa têkoşîna xwendekarên jin ên zanîngehê dike. Pirtûk di dîroka Tûnisê de serdemeke jibîrkirî dide nîşan, serdemeke ku jin di zindanan de hatin îşkencekirin ji ber ku azadiyê xwestin. Ev pirtûk dê me motîve bike ku em bêtir di warê guherînê de bigerin û di vê heyama dijwar de hêviyek mezin bide me. Her çendî gelek êş jî tê de hebin dê wisa bike ku em di her warî de, nemaze di warê maf û azadiyan de welat bi pêş bixin.”