Ji Homa Teymûrî û hevjînê wê re 10 sal cezayê girtîgehê
Di doza xwepêşandanên dawî de li Îranê, 10 sal cezayê girtîgehê li Homa Teymûrî û hevjînê wê Yaser Azadeh hate birîn. Dadgehê her wiha li Teymûrî qedexeya rêwîtiyê û bikaranîna medyaya dîjîtal birî.
Navenda Nûçeyan – Homa Teymûrî ku mezûna lîsansa bilind aqaşa Ramana Siyasî ya Zanîngeha Tarbiyat Modares e û di xwepêşandanên dawî de hatibû binçavkirin, ji aliyê 15’emîn Şaxa Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve bi tohmeta “civîn û komploya li dijî ewlehiya neteweyî” 5 sal cezayê girtîgehê xwar. Her wiha dadgehê cezayê du salan ê qedexeya rêwîtiyê, du salan ê çalakiyên medyaya dîjîtal li Wê birî û telefona wê ya destan desteser kir.
Li aliyê din, hate ragihandin ku hevjînê Homa Teymûrî, Yaser Azadeh ê ku ew jî mezûnê lîsansa bilind ê Felsefeya Rojava yê Zanîngeha Şahid Beheştî ye, di çarçoveya heman dozê de 5 sal cezayê girtîgehê girt. Bi vî rengî, bi giştî 10 sal cezayê girtîgehê li vê cotê hate birîn.