Hesabên medyaya dîjîtal a Servîsa Kurdî ya ajansa me NûJINHA hatin girtin
Hesabên Instagram û YouTube yên beşa servîsa Kurdî ya ajansa me NûJINHA, ji aliyê platformên medyaya dîjîtal ve hatin girtin.
Navenda Nûçeyan – Hesabên Instagram û YouTube yên beşa servîsa Kurdî ya ajansa me NûJINHA ku bi dirûşma “Ji duh heta sibê dengê jinan NûJINHA” dest bi weşana xwe kir, ji aliyê platformên medyaya dîjîtal ve hatin girtin. Ajansa me NûJINHA ya ku di qada ragihandina azad de têkoşînek çalak dimeşîne, girtina van hesaban, wekî berdewama zextên li ser rojnamevaniya azad dibîne.
Êrîşa Sîber a 6’ê Hezîranê
Hêjayî bibîrxistinê ye ku di 6’ê Hezîrana îsal de hamleyeke din li dijî ajansa me hatibû kirin. NûJINHA rastî êrîşeke sîber hatibû; di encamê de hejmareke zêde ya nûçeyên bi zimanên Farisî, Erebî û Îngilîzî hatibûn jêbirin û weşandina nûçeyan ji bo demekê hatibû rawestandin. Koma ku berpirsyariya vê êrîşê girtibû ser xwe, xwe wekî “Handala” û “Eksena Berxwedanê” bi nav kiribû.