Ji Girtîgeha Êvînê pêyama li dijî qetilkirina Jîna Emînî

Girtiyên jin ên li Girtîgeha Êvînê ku der barê qetilkirina Jîna Emînî de nameyek rêkirin, wiha gotin: "Qetilkirina mahsa emînî encamê meyzekirina paşveru ya li dijî jinê ye.”

Navenda Nûçeyan – Çalakiyên ji bo Jîna Emînî ya ku li Tahran a paytexta Îranê ji aliyê polîsên exlaqê ve hat qetilkirin, li bajarên Îran û Rojhilata Kurdistanê didome. Nameyekî din a qetlîamê şermezar dike ji girtiyan hat. Girtiyên jin ên siyasî yên li girtîgeha Êvînê diyar kirin ku qetilkirina Jîna Emînî protesto kirin her wiha destnîşan kirin ku komkujî jî encamek îfade dike.

“Dem dema li hev kombûn e”

Di nameya ku bi îmzeya Aliya Matlabzadeh ji Girtîgeha Êvînê hatiye şandin de ev gotin derdikevin pêş:

“Dibe ku dem hatiye hemû gelên Îranê ji bo bidestxistina mafên bingehîn ên jinan û têkoşîna li dijî zilma li ser jinan bên gel hev.

Mirina wê, tenê beşeke ji encamên kiryarên desthilatdarên olî yên li dijî jinan, dij-femînistli ên li dijî jin û ciwanên vê civakê û jin yekem qurbaniyên destdirêjiya zayendî ne. Nêrînên desthilatdarên olî û kaosa kapîtalîst ev çil sal in vê civakê birêve dibe.

“Jinan merasîm li dar xistin”

Îro piştî mirina Jîna Emînî li qawîşa jinan a girtîgeha Êvînê bi amadebûna nêzîkî çil girtiyên siyasî merasîmek hate lidarxistin. Me ji bo bîranîna wê stran vegot û li ser rewşê axivîn. Me şîn girt, me şîna hev girt. Di van çil salên dawî de li vî welatî ewqas bûyer qewimîn ku mirovên me hevdu dilxweş nekir.

Îro em hev dilxweş dikir. Me got xwazî em van rojên dijwar li gel xwişk, dayik û hevalên xwe bûna. Ji ber ku me bihîst mirina Jîna Emînî ya bêheq wan dîsa aniye cem hev. Lê Jîna ne ya pêşî û ne ya dawî bû. Qurbanê rejîmê ye.

“Jin berdêlên giran dan”

Mirina Jîna Emînî, tenê beşeke ji encamên kiryarên desthilatdarên olî yên li dijî jinan, dij-femînist ên li dijî jin û ciwanên vê civakê û jin yekem qurbaniyên destdirêjiya zayendî ne. Yên ku ev çil sal in vê civakê dirêve dibin, bûne qurbaniyên hikûmeteke ku hertim bi tenê ji ber jinbûna wan di rûmeta mirovan û mafên gelê Îranê de di şerê de bûne û di çil salên borî de jinan berdêlên giran dan.

 “Encamê meyzekirina paşveru ya li dijî jinê ye”

Mirina Jîna Emînî ya piştî binçavkirin, girtin û îşkenceya bi pergalî, encamê meyzekirina paşveru ya li dijî jinê ye. Pirs: Jîna Emînî bi kijan sûcê hat kuştin? Jîna Emînî û jinan çi kirin? Gelo tişta ku di van çil salên dawî de Îran xwestiye?”

Di dawiya nameyê de bang li jinan hat kirin ku bi îrade û çalakiyên xwe re ji Îranê re paşve gav didin avêtin û yekîtiya jinan pêk bînin.