Jinên Helepceyê li dijî qetilkirina jinan banga yekîtiyê kirin

Piştî ragihandina hefteya pêşîlêgirtina li dijî tundîtûjiya jinan ji aliyê rêxistinên jinan û civaka medenî ve di 14’ê Îlonê de, duh jinên Helepceyê helwesta xwe ya li dijî kuştin û tundîtûjiya li hemberî jinan diyar kirin.

Helepce - 20’ê Îlonê li ber deriyê baxê giştî yê Helepceyê, komek ji jinên çalakvan û rêxistinên jinan û mafên mirovan bi daxuyaniya çapemeniyê helwesta xwe ya li dijî biryara dadgeha Silêmanî ya ji bo azadkirina bavê Hêlîn û Aware du xwişkên Çemçemalê ku tometbarê kuştina du wan e diyar kirin.

Daxuyaniya hevbeş a rêxistinan ji aliyê endama Yekitiya Jinên Kurdistanê Şara Abdulkerîm ve hat xwendin û wiha hat gotin: “Roj nîn e ku jin neyên kuştin yan jî neçarî xwekuştinê nemînin, ji ber wê divê ji bo jiyana yeksan û aramtir, em li dijî kuştina jinan bin. Em weke jinên li sînorê Helepçeyê her çendî kêmtir tundîtûjî tê de heye jî bi hemû hewldanan mil bidin milê hev û bi yekitiya xwe em tundîtûjiyê kêm bikin.”

Her wiha di daxuyaniyê de kampanya îmzeyan a li dijî kuştina jinan hat ragihandin.