Ji Foza Yûsûf peyama ji bo jinan: Em dikarin hemû astengiyan ji holê rakin
Endama Konseya Serokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsûf peyamek ji bo meşa "Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin" şand û got, "Ji bo serketina pêvajoyê, divê pergala Îmraliyê hilweşe û Rêber Apo di şert û mercên azad de siyasetê bike.

Navenda Nûçeyan – Tevgera Jinên Azad (TJA) duh ji Amedê heta Enqerê meşa xwe bi dirûşmeya "Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin" da destpêkirin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir. Meş, niha di roja xwe ya duyemîn de ye, dê îro jin ber bi Edeneyê ve biçe.
Endama Konseya Serokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsûf peyama piştgiriyê ji bo meşê şand.
Peyam wiha ye:
"Bi navê hemû jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ez silavên germ û hezkirina xwe ji bo hemû jinên ku beşdarî vê meşa bi rûmet dibin re dişînim. Jinên ku daxwaza azadiyê dikin, Rêber Apo li Tirkiyeyê pêvajoyek dîrokî da destpêkirin. Armanca wî ew e ku hemû pirsgirêkan bi awayekî aştiyane li ser navê gelan û jinan çareser bike. Em bawer dikin ku ev ne tenê ji bo Bakur, lê ji bo tevahiya Rojhilata Navîn mifteya vejîneke nû ye. Ew ê pirsgirêkan di bingeha xwe de çareser bike. Ji bo ku ev pêvajo bi ser bikeve, divê pergala Îmraliyê were hilweşandin û Rêber Apo di şert û mercên azad de siyasetê bike. Ji ber vê yekê, em dengê xwe bi dengê we re dikin yek û dibêjin: dem dema azadiya Rêber Apo ye. Bi îradeya jinan, em dikarin hemû astengiyan ji holê rakin. Bijî têkoşîna hevpar a jinan. Bijî şoreşa me ya 'Jin jiyan azadî'."