TJK-E kampanyaya bi nave ‘Hezar Jin Yek Deng’ da destpêkirin

TJK-E, di çarçoveya pêngava "Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî" de kampanyayek bi navê "Hezar Jin Yek Deng" da destpêkirin.

Navenda Nûçeyan- Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) di çarçoveya pêngava cîhanî ya "Ji Abdullah Ocalan re azadî û pirsgirêka Kurd re çareserî” ku di Cotmeha 2023’yan de hatibû destpêkirin, dest bi kampanyayeke nû kir.

Bi kampanyaya bi navê “Hezar Jin Yek deng” tê armanckirin ku li dijî pergala qirkirinê ya sîstema Îmraliyê dengê jinên ji çandên cuda û gelên cuda bîne cem hev.

‘Jinên li deverên cuda yên cîhanê tevli kampanyayê bûn’

TJK-E, da xuyakirin ku dema ew xwe bigihîjînin hezar jinan ew ê kampanyayê biqedînin û diyar kir ku jinên li deverên cuda yên cîhanê, ji Rojhilata Navîn heta Efrîka, Asya û Ewropayê ji niha ve tevli kampanyayê bûne.

Hemû jin dikarin tevli kampanyayê bibin

Jinên ji erdnîgariyên cuda, neteweyên cuda, komên ziman ên cuda, bawerî û çandên cuda dikarin bi zimanê ku dixwazin vîdyoyên kurt bikşînin û beşdarî kampanyayê bibin.

TJK-E, da xuyakirin ku hevgirtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dikare bi rengê helbest, govend, axaftin an jî stranan jî bê vegotin.

Gelek jinên ji welatên cuda tevli kampanyayê dibin

Jinên Şîlî, Katalonya, Kurdistan, Qraliyeta Yekbûyî, Elmanya, Hindîstan, Oromîa, Swîsre û Efrîka Başûr ji niha ve bi peyamên xwe yên bi dîmen tevli kampanyayê dibin û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.