Ji derbê, heya dengên blok ji bo winda nekin hemû riyan diceribînin

Hema bêje li hemû cihên ku sindoqên hilbijartinê lê hatiye danîn nûçeyên hatine nelirêtiyê berdewam dike. Erkdarên sindoqan tên derb kirin û gef lê kirinan hewil didin dengên bilokkirî bi karbînin.

Navenda Nûçeyan- Li gelek bajarên Tirkiyê hatina nuçeyên nelirêtîya hilbijartinê berdewam dikin. Li Dibistana Amedeyî ya Suleyman Bolunmez ya navçeya Nisêbîn a Mêrdînê serokê AKP’ê yê navçeya  Nisêbînê Latîf Ozel û parêzvanên xwe yên bi çek xwestin li ser erkdarên sindoqan zextê bikin.

Parêzvan 3 caran çûn ser sindoqa hêjmara 1210’an, hewil dan zextê li erkdaran bikin, li ser xeberdanê parêzer çûn dibîstanê, derbarê tiştên ku hatî jiyankirin de girtinek girtin û di girtinekê de ev tişt hate gotin: “D sindoqa 1210’an de ji aliyê  serokê AKP’ê ê navçeyê û parêzvanên wî ve kesên bi çek hatin tespîtkirin. Bi awayke bê qanûnî mudaxeleyî hemweltiyan hatiye kirin, serokê sindoqê û muşahîd ji aliyê serokê navçeyê yê AKP’ê û parêvanênên wî ve ew bê huzur kirine gihandin me. Li ser vê yekê me ev girtinek girt.”

Girtinek ji aliyê erkdarên li ser sindoqan ve hate imzakirin.

Li Sêgirkê êrîşa cerdevanan

Li Sêgirkê cerdevan êrîşî erkdarên Partiya Çep a Kesk kirin. Li qezaya Sêgirkê ya girêdayî nafçeya Qileban a Şirnexê li dibîstana seretayî ya Feyzî Turker, kurê serokê berê ê cerdevanan Şehmûs Babat ê ku bi birîna darên herêmê tê nasîn Metîn Babat dengê vekirî bi karanî. Erkdarên Partiya Çep a Kesk ku ew hişyar kirin, rastî êrîşê hatin. Piştî bûyerê hêjmarek zêde leşker sewqî dibistanê kirin, rêveberên HDP’ê û Partiya Çep a Kesk hatin cihê bûyerê û ji aliyê Şehmus Babat û Metin Babat ve gef li wan hate kirin. Hat zanîn ku hîna alozî li dibîstanê berdewam dike. 

Li Harranê dengên vekirî hate karanîn

CHP’ê li ser hesabê xwe medyaya dijital dimenên li Harranê ên ku ji bo Erdoxan dengên vekirî û bi giştî bi karanîn parvekir. Di dîmenan de kesekê bi awayek bi lez deng li ser serokomar û serokê giştî yê AKP’ê Erdoxan daye, hate dîtin.

Bikaranîna dengê blok 

Dîsa li taxa Gundaşê ya navçeya Kaniya Xezalan ya Rihayê komeke ji 40-50 kesî ku dixwestin bi komî deng bikarbînin hatin girtin. Li ser endamê lijneya sindoqan ya CHP’ê ê ku hewl da pêşiya bûyerê bigre, ava kelandî hat rijandin. Endama Komîsyona Hiqûqê ya Parêzgehê ya girêdayî Serokatiya Giştî ya CHP'ê ya Rihayê Ronahî Paydaş ku çû cihê bûyerê diyar kir ku ew jî rastî êrişê hatine. Bikarbîna dengê blok nehat astengkirin. 

Muxtarê gund êrîş kir

Li gundê Kordigen a girêdayî navçeya Kolik a Semsûrê jî muxtarê gund, xwest bi xizmên xwe were dibistanê û dengê blokek bikarbîne. Çavdêrên sindoqê yên Partiya Çepên Kesk, rastî hewildanên lîncê yên mixdar û xizmên wî ve hatin. Tîmên cendirme yên ku piştî nîqaşê hatin cihê bûyerê, hewl dan çavderên Partiya Çepên Kesk û muxtarê gund binçav bikin. Piştî îtîrazên parêzeran binçavkirin pêk nehat. Li gundê Ugurlu ya girêdayî navçeya Sincik a Semsûrê jî, piştî ku hat tespîtkirin li şûna welatiyên ku ne gund ji AKP’ê dengê blok tê bikaranîn, ji aliyê Partiya Çepên Kesk ve gilî hat kirin.

Cerdevan bi çekê ketin dibistanê

Li navçeya Giyadînê ya Agiriyê cerdevanek bi çekê ket hundirê dibistanê. Cerdevan di encama nerazîbûnan de ji dibistanê hate derxistin. Rayedarên Partiya Çepên Kesk nerazîbûn nîşanî cerdevanê ku bi çeka xwe ya lûle dirêj li rêf û korîdorên dibistanê yên ku dengdayîn lê dihat kirin geriya û piştre ket odeya mamosteyan û çay vexwar dan û îtîraz kirin. Cerdevan di encama îtîrazan de ji aliyê polîsan ve ji dibistanê hate derxistin.

Li Edeneyê êrîş

Li Dibistana Amedeyî ya Anafartalar a Anadoluyê ya li navçeya Seyhana Edeneyê di navbera AKP'yiyên ku xwestin dengê blok bikarbînin û CHP'yan de nîqaş hat jiyîn. Di encama mudaxeleya polîsan bûyer bi dawî bûn.

 Li Dibistana Seretayî ya li navçeya Seyhanê jî, AKP'yiyan êrîşî çavderên Partiya Çepên Kesk ku nerazîbûn nîşanî kesên kartê wan ên çavderiyên nîne sindoqan digerin, kirin. Di êrîşê de çavdêrê Partiya Çepên Kesk Ferhat Genç ji stûyê xwe birîndar bû. 

Li Mêrsînê dengê sexte 

Li navçeya Gulnar a Mêrsînê jî hat tespît kirin ku Serokê Navçeya Gulnar a MHP’ê Celal Kadim dengê sexte bi kar anî ye. Serokatiya Bajêra Mêrsînê ya CHP’ê diyar kir ku der barê rewşê de girtîname girtine û da zanîn ku dê gilî bikin.