Bang li gelê Amedê hat kirin ku xwedî li dengên xwe derkevin

Li Amedê li dibistanan bikaranîna dengan berdewam dike. Ji Maseya Krîzê ya Hilbijartinê Parêzer Gîzem Mîran diyar kir ku 400 telefonên îxbar û hevgirtinê ji wan re hatine. Hevseroka HDP'ê ya bajar Gulistan Atasoy jî banga xwedîderketina li dengan kir.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Li Amedê dibistanên ku sindoq li wan hatine danîn çûnhatina ji bo dengdayînê berdewam dike. Welatiyên ku serê sibê çûn dibistanan, ji bo bikaranîna dengê xwe li ber deriyên polan ketin rêzê. Qelebalixa li bajeran bi derbasbûna saetan re zêdetir bû. Li aliyê din ji Maseya Krîzê ya Hilbijartinê ya Amedê re ji gelek deverên bajêr der barê binpêkirinan de agahî tên.

Li bajarê ku ji Baroya Amedê û Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) 250 parêzer xebatê lê dimeşînin, ji deverên ku agahiya binpêkirinan tên parêzer û kesên ku mafê îtîrazê heye tên şandin. Ji Maseya Krîzê ya Hilbijartinê parêzer Gîzem Mîran ku me der barê mijarê de hevdîtin pê re kir, diyar kir ku gelek kes bi telefonê ji bo îxbar û hevgirtinê li wan digerin. Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya bajar Gulistan Atasoy jî bang li gel kir ku biçin ser sindoqan dengê xwe bidin û xwedî li sindoqan derbikevin.

'Bila welatiyên me yên ku dengê xwe bi kar tînin xwedî li sindoqan derkevin'

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a bajar Gulistan Atasoy jî ji bo gelê Amedê banga çûyîna ser sindoqan kir. Gulistan Atasoy diyar kir ku bi hemû endamên xwe re li qadê dixebitin û wiha axivî: “Kelecana mîtînga Amedê ya duh bi çûyîna ser sindoqan a zêde berdewam dike. Di dawiya vê rojê de em ê bi ser bikevin. Ez kesên ku neçûne ser sindoqan vedixwînim û dibêjim bila biçin ser sindoqan û dengê xwe bi kar bînin. Bila gelê me yê ku dengê xwe bi kar tîne, xwedî li sindoqan derbikeve. Werin em di dawiya rojê de hem ji pergala faşîst rizgar bibin, hem jî bi hêvî li pêşerojê binêrin. Niha em li her derê û li her qadê li ser sindoqan in. Em li dijî binpêkirinan jî demldest mudaxele dikin û girtekan amade dikin. Ji bo ku maf neyên binpêkirin, çi ji destên me tê em dikin. Bila gelê me biçe ser sindoqan û xwedî li dengê xwe derbikeve.”