Ji bo zêdekirina hişmendiyê li ser guherîna avhewa atolyeya perwerdeyê hat lidarxistin

Li Xezayê ji bo zêdekirina hişmendiya çandî û tenduristiyê ya der barê guhertina avhewa û dadweriya avhewayê de, atolyeya perwerdeyê hat lidarxistin.

NAGHAM KARAJEH

Xeza - Komeleya Enerjiya Erênî bi hevkariya Navenda Karûbarên Jinê, bi armanca zêdekirina hişmendiya çandî û tenduristiyê, atolyeyeke perwerdeyê li ser guherîna avhewayê û dadweriya avhewayê organîze kir.

Seroka Lijneya Rêveber a Komeleya Enerjiya Erênî Tehrîr Murteca got ku fikra avakirina Komeleya Enerjiya Erênî di destpêkê de ew bû ku atolyeyan li cihên giştî û vekirî li dar bixin û wiha pê de çû: "Komeleya Enerjiyê balê dikşîne ser tundiya ser jinan. Niha xebat ji bo pêkanîna çalakiyên li ser guherîna avhewayê tê kirin. Bi saya vê atolyeyê, em hewl didin li hember guherîna avhewayê li ber xwe bidin, hin tiştên ku hatine avêtin ji nû ve vegerînin, bermahiyên xwarinê îstîsmar bikin û li şûna yên kîmyewî veguherînin ziblên organîk. Ev atolyeyên perwerde û hişyarkirinê jinan ji giraniya guherîna şert û mercên jîngehê rizgar dikin ku bandoreke neyînî li rewşa wan a tenduristî û derûnî dike."

Yek ji beşdarên atolyeya perwerdeyê Feryal El-Xeznedar got ku komên herî zêde ji guherîna avhewayê û faktorên hawirdorê bi bandor bûne jin in û wiha axivî: "Zêdebûna germahiyê dibe sedema belavbûna nexweşiyan. Divê ev atolyeyên perwerdeyê berdewam bin da ku hişyariya tenduristî û çandî ji bo jin û keçan zêde bikin."