Ji bo zarokên Filistînê 14 hezar pêlavên zarokan hatin hiştin

Li Hollandayê bi armanca balkişandina li ser zarokên Filistînî yên di êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezayê de jiyana xwe ji dest dan, nêzî 14 hezar pêlavên zarokan li Qada Vredenburgê hate pêşandan.

Navenda Nûçeyan – "Weqfa Darek Zeytûnê biçîne" ku navenda wê li Hollandayê ye, bi armanca balkişandina li ser zarokên Filistînî yên di êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezayê de jiyana xwe ji dest dan, çalakiyek pêkanî. Li gorî nûçeya NL Timesê, ji bo bibîranîna nêzî 14 hezar zarokên Filistînî yên di êrîşên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane, li Qaga Vredenburg a bajara Utrechtê pêlavên zarokan hate pêşandan.

Di her 10 deqe de carek pêlavên nû bên zêdekirin

Di daxuyaniya ku di malpera weqfê de hate weşandin de, hate parvekirin ku ji ber li Xezeyê di her 10 deqeyan de zarokek jiyana xwe ji dest dide, wê her 10 deqîqe carek ji pêlavên tên pêşandan re yên nû werin zêdekirin û navên zarokên Filistînî yên jiyana xwe ji dest didin, wê bê anons kirin.