Di 6’emîn salvegera dagirkirina Efrînê de gel herikî qadan

Bi deh hezaran koçberên Efrînê û xelkê Şehbayê bi boneya salvegera 6'emîn a dagirkirina Efrînê herikîn qadan.

Şehba - Di bin diruşmeya "Bi rihê berxwedana gelan em ê dîwaran hilweşînin û Efrîn û tevahî xaka Sûriyê rizgar bikin" bi deh hezaran koçberên Efrînê û xelkê Şehbayê li kantona Şehbayê daketin qadan û salvegera 6'emîn a dagirkirina Efrînê bi meşekê şermezarkirin.

Meşê ji çarxerêya navçeya Ehdas heya parka 4'ê Avrêlê bi avêtina diruşmeyên şermezarkirina dagirkeriyê berdewamkir. Di meşê de wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pakrewanên azadiyê hatin hildan.

'Li dijî dagirkeriyê serî hildin'

Meş piştî gihêşt pêşiya parkê vegeriya mêtîng û bi deqeyek rêzgirtin dest pêkir. Paşê Rêvebera Meclisa Malbetên Şehîda Efrîn-Şehba Xedîca Îbo salvegera şeşemeîn a dagirkirina Efrînê şermezarkir û bang li gelê li Efrînê dijîn kir ku li dijî dagirkeiryê serî hildan û wiha vregot: "Derketina me ji Efrînê û mayîna li Şehabyê siyasetên dewleta tirk a dagirker têk bir. Xwestin bi koçberbûna Efrîniyan wan qir bikin, lê berxwedan û têkoşîna me li Şehbayê siyaseta dijmin vala derxist. Rojane li Efrînê dagirkerî kiryarên xwe dide meşandin, di kesyeta zarok Ehmed de ev yek li pêçiya çacên dunyayê xuyakir, banga me ji gelê me li Efrînê re heye ku li hember dijmin û dagirkeiryê serî hildan. Em li Şehbayê xwedî li gelê xwe li Efrînê derkevin û piştgiriyê wan dikin ku bi hevdu re dagirkeriyê ji nav xwe derxînin û axa xwe rizgar bikin."

Meş bi diruşmeya "Bıjî berxwedana Efrînê" dawî bû.