Ji bo xwendevanên Dibîstana Amadeyî semîner hate dayîn

Di çarçoveya rêzeçalakiyên 8’ê Adarê de ji bo xwendevanên Dibîstana Amadeyî ya Wargeha Penaberan a Mexmûrê semîner hat dayîn.

Mexmûr - Di çarçoveya rêzeçalakiyên 8’ê Adarê de li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi pêşengiya Meclîsa Îştar  ji bo xwendevanên Dibîstana Amadeyi semîner  hate dayîn. Semîner li cihê konfaransê bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştî rêzgirtinê Endama Meclîsa Îştar Xantûr Kara axivî.

‘Rêya têkoşînê paradîgmaya Rêber Apo ye’

Xantûr Kara 8’ê Adarê pîroz kir û wiha got: “Em 8’ê Adarê li tevahî jinên Kurd, jinên cîhanê, gelê mexmûrê û bi taybet li xwendevanên li vêderê amade pîroz dikin. Me meha Sibatê meha komplo û meha tije reşî li pey xwe hêla. Bi destpêkirina meha Adarê re hem destpêkirina meha biharê ye. Yek jî sedemê kombûna me ya li vêderê bîranîna 129 jinên bi saxî hatine qetilkirin e. Li gora lêkolînên ku di sala 2021’an de ji aliyê Yekineyên jinan ya Netewên Yekbûyî ve hatî kirin de her sal li seranserî cîhanê 50 hezar jin tên qetilkirin. Ev jî tê wê wateyê di her saetekê de 5 jin tên qetilkirin.  Îro em xwe li ser fikir û felsefeya Rêber Apo rêxistin dikin û xwe perwerde dikin. Rêya xwe rizgarkirina ji wehşiyet û qetilkirinê paradîkmaya Rêber Apo ye.  Em van çalakiyên xwe yên 8’ê Adarê bi taybetî bi banga azadiya fizîkî ya Rêber Apo bilind bikin wê hê encamgir be. Beriya ku Rêber Apo derbikeve me azadî çawa fam dikir dibe ku gelek jinan azadî di cil  û bergê û daxwazên xwe de didîtin. Lê belê niha Rêber Apo wisan kiriye ku çiqas asoya me fireh be em ewqas azad in, em çiqas hişmendiya xwe di veguherînê de bidin derbaskirin em ewqas azad in.”

Seminer bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.