Ji bo salvgera fermana Şengalê şêniyên Qamişlo meş li dar xistin

Bi armanca 8’emîn salvegera komkujiya Şengalê ku di sala 2014’a de li ser gelê Şengalê pêk hat, welatiyên Qamişloyê meşeke girseyî li dar xistin û nameyek ji Neteweyên Yekbûyî re şandin.

Qamişlo-  Bi armanca 8’emîn salevegera fermana 3’ê Tebaxa 2014’an a ku li ser gelê Êzidî pêk hat, bi pêşengiya Mala Êzidiyên a Navçeya Amûdê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşek hat lidarxistin. Meşa ku ji stadyûma şehîdên 12’ê Adarê ya bajarê Qamişlo dest pê kir li ber pêşiya nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya bajarê Qamişlo rawestiya. Paşê nameya ku ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres re hatiye şandin, hat xwendin.

Nameya ku ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres re hatiye şandin wiha ye: “Îro 8’emîn salvegera komkujiya ku terorîstên DAIŞ’ê li Şengalê pêk anîn e û civaka Êzidî heta niha êşa wan deman dikşîne, ji windahiyan bigre heta bi sedan zarok, jin û mêrên ku çarenûsa wan ne diyar e.  Bi deh hezaran malbatên Êzidî hê jî li kampên ku kêmî hewcedariyên jiyanî û guncaw nîn in dijîn, çi li Şengalê be û çi li Herêma Başûrê Kurdistan û Tirkiyeyê be. Ji bilî wan koçberbûna hejmarek mezin ji gelê Şengalê ber bi welatên cuda ve, encama gefên berdewam e. Bi pêkanînên cureyên şerê derûnî û sîstematîk wan ditirsînin û tirsê li ser wan çêdikin. Her wiha bi êrîşên dironê kesayetên civakî yên giranbuha armanc digrin û ev yek jî dibe sedem ku gel neçar bibin koçber bibin.  Êrîşa hovane ya çeteyên DAIŞ’ê li gorî hemû qirkirinan ku di dîrokê de hatine kirin, bûyera herî mezin bû ku li ber çav û guhên cîhanê qewimî. Tevî baldariya mezin a medyayê weke bûyereke hovane di mirovan de êşê derdixe û meyla hin kesan ber bi xirabî û hovîtiyê ve piştrast dike. Hin welatan li vê fermanê tenê guhdar kirin û şermezar kirin. Ji xeynî Hêzên YPG-YPJ, ji bo rizgarkirina bi hezaran malbatên ku ji lepên DAIŞ’ê rizgar bûne, bê bend tevgeriyan.”

“Bi êrîşa çeteyên DAIŞ’ê re gel êşên mezin kişand”

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin li ser êşa ku gelê Şengalê dijîn û wiha hate gotin: “Em li bendê bûn ku Neteweyên Yekbûyî bi dirûşmeyên xwe bi serbikeve û bi hemû îmkanên xwe tev bigere. Gelê Şengalê 73 ferman ditîne û di sala 2007’an de jî kompleksên niştecihbûnê yên Sîba Şêxdrî û Til Izêr ku ji teqandina du lokomotîfên bombebarkirî bû sedem ku bi sedan sivîl jiyana xwe ji dest bidin. Herî dawî jî bi êrîşa çeteyên DAIŞ’ê re gel êşên mezin jiya. Êşa Êzidiyên Şengalê 8 sal in didome û nêzî 2 hezar windahiyên wan hene û gelek ji wan çarenûsa wan ne diyar e. Hejmarek mezin ji jin û zarokên Êzidî mêjiyê wan şûştin û di operasyona xwekujî de li dijî malbatên wan hatin bikaranîn. Ev yek cihê êşek mezin û hesteke mezin a neheqî û xiyaneta aliyên pêwendîdar û biryarderan e ku herî kêm rûmeta wan vegerînin wan.

“Divê birîna Şengaliyan were dermankirin”

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em wek Yekitiya Êzidiyên Sûriyeyê di salvegera êrîşên Şengalê de, em bi hêviyeke mezin li hêviya we ne û em hêvîdar in ku hûn gavên zêdetir bavêjin, baweriya bi tevahî civaka Êzidî vegerînin û birîna xwînrêj derman bikin. Divê neyê jibîrkirin ku hemû herêmên ku kurdên Êzidî yên li Sûriyeyê dijîn jî di bin dagirkeriya dewleta Tirk de bûn, weke Efrîn û Serêkaniyê. Her wiha deverên din ên rûniştina wan li Amûdê, Tirbespî û Hesekê di bin metirsiyê de ne. Ew bi şev û roj bi dagirkeriya dewleta tirk re di bin gefan de ye lewma em ji mirovahiyê daxwaz dikin ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê herêmeke qedexe ya firînê ferz bike da ku heman êşên li Şengal û Serêkaniyê qewimîn dubare nebin. Efrînê û tiştên ku van koman bi ser gelê me de kirin, di kuştin, koçberkirin û talankirina hemû tiştên wî nayê veşartin. Hêviya me ya mezin ew e ku bi nirxên Neteweyên Yekbûyî li ser hatine avakirin û qanûnên ku rûmeta mirovan diparêzin û nahêlin xirabî bigihîje mirovahiyê were tevgerkirin.”