Derbarê nûçegihana JINNEWS’ê de lêpirsîn hat desptêkirin

Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê derbarê nûçegihana JINNEWS’ê Oznûr Deger de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” lêpirsîn da destpêkirin.

Navenda Nûçeyan - Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê derbarê nûçegihana ajansa JINNEWS’ê  Oznûr Deger de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” lêpirsîn da destpêkirin. Sedema lêpirsînê jî parvekirinên Deger ên li ser hesaba wê ya medyaya civakî hatin nîşandan. 

Oznûr, li Şaxa TEM’ê ya Midûriyeta Emniyetê ya Qoserê îfade da. Di lêpirsînê de parvekirinên Oznûrê li ser hesabê Twîtterê yên derheqê Kongreya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ku di 27’ê sibatê de li Eywana Çandê ya Nazim Hîkmet hate lidarxistin û wêneyên pîrozbahiya Newroza 2022’yan a Erdîş a Wanê weke hincet hatin nîşandan. Oznûr, ji ber parvekirina xwe yên kongreyê bi îdiaya “pesnê rêxistinê da ye û piştgirî da ye” û ji bo parvekirina Newrozê jî bi îdiaya “alaya rêxistinê” hate tawanbarkirin. Her wiha parvekirina wêneyê Arîn Mîrkan jî weke sûc hat nîşandan. 

Oznûr, li TEM’ê tevî parêzerê xwe îfade da û li ser hesabê xwe yê medyaya civakî got ku parvekirinên wê sûc nînin û dikevin ber azadiya fikr û ramanê.